Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê sibehî,roja 28ê Gulanê hilbijartina serokkomarê Tirkiye ya gera duyem çêdibe. Di pêvajoya hilbijartinan de her tişt tevlîhev bûye. Destê kî di berîka kîde ye nayê zanîn. Rêxistinên nijatperest hinek pişgiriya Erdogan û hinek jî ya Kiliçdaroglu dikin. Ya balkêş ewe ku piraniya rêxistinên ku xwe Kurd bi nav dikin pişgiriya Kiliçdaroglu dikin.

Bê guman her partî yan jî rêxistin di dîtin û helwesta xwe de xwedî maf e. Lê taybetî Kurd divê sedemê pişgiriya Kiliçdaroglu bikaribin eşkere bikin. Gelek rêxistinên ku, tu bandora wan tuneyî jî, wek helwestekî dan xûyakirin ku, dê pişgiriya Kiliçdaroglu bikin.Lê ji bo çi nikarin sedema vê bêjin. Ji ber ku gelek partiyên Tirkên nijadperest jî pişgiriye Kiliçdaroglu dikin, heta hinek ji wan faşîstin û dijminatiya Kurda vekirî dikin û tehemûla navê Kurd nakin.

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag nimuna herî girîng e. Gelo bi çi wateyê hinek Kurd yan jî yên bi dengê Kurda serdikevin dikarin li tenişta faşîstek wek Ozdag bisekinin. Ev kengê berjewendiyên Kurda û Faşîstên Tirk bi hevre diguncin.?

Taybetî HDPê bi navê Partiya Çep a Kesk di kesayeta xwe de Kurd kirin di warek xirab de. Dê hêja rojên xirabtir li ser vî miletî de bi rêya wan werin. Eger pêşîya mirov siyaseta HDPê be dê pêşeroj jî ji niha ve ji bo Kurda xirabtir be. Wek dibêjin:”Şêva tarî ji êvarî kifşe”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: