Destdayî û razîbûn bona xelat?

Ecêb, heya roja îro çend kûltûr û mirov qîmeta jinan bi tekilîya mêra re dinirxînin. Bi xelatan, ên ku mêr pêşkêş dikin, bi komplîmenta, ên ku mêr dibêjin, bi sitarî, ên ku mêr wan re didin. Û ger xelata pêşkêş nakin, sitar nadin, komplîmenta nabêjin – tê hesabê afret bextreş e. Mecbûr e xwe biguhire; hêrsa xwe nayîne, bibe qenc, zîrek be, biserxwe be, mêhîn be, yanî qayîlbûna mêra bînin sêrî.
Niha xelat weku şîrnayî seba dêwar û heywana bona elimandin, temsîl dike. Gora mêr dikî, gilî û gotinê wî dişopînî – bistîne xelat û hezkirin. Bi serê xwe yî – hêjayî xelatê nîn î.
Min pir cara bihîst ku mêr dibêjin: “ez 8-ê adarê weku cejn qebûl nekim, ji ber vê jî xelata pêşkêşa te nakim!”, “mebesta fêmînîsta, vî çaxî, wekhevî bû û daxwaza wan ev bû ku dijwarîya jinan nayê tehmûl kirin, lê na mîna îro bona xelata û feydan”, “ez wê re xelata didam lê ew ne razî bû, min hîşt û yekê din re çû!”. Bi aqilê min, li vir na bêhna xelatê ye. Li vir bêhna perwerde û terbîyetê tê. Wekî pirsa pêşkêşa xelata bi pêvajoye civaka-sîyasî (sosîal-polîtîk) yan şexsî-kêmasîyê ve girêdayê, neheqîyê jin yan mêr çi ye, gelo? Ger xelat dibe pîvanê mêhîn (jintî), – ji bo çi behsa xelat, jin yan mêr dikin? Ger maqûltî û merîfeta mêra tenê pê bihabûnê xelatan tê nirxandin, ji bo çi behsa xelat, jin yan jî mêr dikin?
Herî balkêş, bona mêra maqûl û hêja pirsên bi vê naverokê tune. Mêrê bi rûmet nav jina qîmetê mêhîn digirin. Û xelat didin ne bi ramana, ku jin bi awayekî hêja ne, lê belê bi vê uslûbê dixwazin hilbijartin, hezkirin û razîbûna xwe nîşan bikin. Dixwazin hesanî û yekser dilê kulfeta xwe nerm û geş bikin. Rastî jî, ev ne pirsên xeysetê dirûst in. Ev pirsên tekilî û pêwendî ye. Mêr xelat dide jin re, jin jî mêr re pêşkêş dike. Ev jî na hûr-mûrê malê ne, xelate bi dil – na hewce giranbiha. Ji xwe, jin tucar mêra nehêlin tenê bona tunebûnê xelata. Miqîm tunebûne xelata dibe sedema têkilîyê neguhdarî, bêxîretî û behurmetî jinên xwe re. Ji ber vê jî mêr tenê dimînin. Yanî nebûnî xelat derece dawî ye. Yan jî ew hezneke mêrê xwe, li vir îda tu xelat û pêşkêş evîn hişyar nakin. Çi jî bikin-nakin lê serma û cudatî wê bimîne nav mêr û jin de. Çimkî evîn na teknîke ku mirov bikaribe vêxa kengê dilê merîya hez bike yan bitemirîne wekî dilê wî/wê têr şabû. Evîn baxş û dîyar e ku ji Xwedê re tê pejirandin û na her kes hilbijare û hêjaye hesta evîn tam bike. Kengê hezdikî tim behane û fersand hebin bo kêf û beşera kulfet/mêr xweş û dilê wan ava bikin. Kengê hezdikî, bona her xelat mirov razî ye.
Her însan hezdike xelata bistîne. Hema wisa, bê sebeb û menî. Xelata – bêhêvî, bi germbûna xwe, dilsafî û qencîyê xwe, kengê tên pêşkêş kirin, zêde xweş in. Însan dikare bê hed û dawî bêhna gul û kulîlka bikşîne, çend derba peyam bixwîne, ku hat bi evîndarê wê/wî nivîsandin, hezar car ser rojek qenc bihizire ku bi hevalên xwe re derbaskir, bi dilsaxî xelatê çawa mezin wisa jî biçuk destbigire. Îlahî xweş e, wekî însan fem dike ku xelat pêşkêş dikin bê sebeb, na seba ew wî/wê re baş û qenc bû yan hêja ye, lê bona pêwendîyê baş ku navbera jin û mêr berdewam dibe.
Mamo Agatî