Polîtîk
Rapora Kurdistanê pêşkêşî Erdogan kirin
Dr Idris Bal Parlementerê Tirkiyê yê li ser lîsteya Partiya Dad û Geşepêdanê di derbarê pêvajoya aştiyê de raporek balkêş amade kir.
Idris Bal ku vê rapora xwe pêşkêşî Erdogan û hemû endamên serkirdayetiya partiyê kir dide zanîn ku rêxistin û kesên alîkariya rêxistinê dikin dixwazin dewleteke çar stûnî damezrînin.
Her wiha Dr Idris Bal di rapora xwe de hişyar dike ku eger ev pêvajo bi awayeke sernekeve û li Tirkiyê li çarçoweya wekhevî û yeksaniyê de welatîbûn û destûreke nû neyê pêkanîn, îhtîmaleke mezin heye ku Kurdistaneke serbixwe bê damezrandin. Ji ber wê yekê divê hewlbidin ku bi awayeke wekhevî welatîbûna Tirkiyê bê kirin.