Dersînorkirina ji Elmanyayê – Bav û kur di zindanê de ne
Dezgeha Biyaniyan li bajarê Hildesheim di 1ê şibata (February) 2011ê de Bedir Naso (1948) û kurê wî Enwer Naso (1996) vegerandin Sûriyê. Ji ber ku nexweşiya şekir bi xanima Enwer Naso re heye û ew li balafirgehê ji hiş xwe çû, divyabû ku ew li nexweşxaneyê bê dermankirin û ji ber vê yekê ew nehat şandin Sûriyê.
Piştî ku ew gihan Şamê, Bedir û Enwer Naso hatin girtin û radestkirin Dezgeha Koçberiyê û Pasportan. Enwer Naso bi dana agahiyên çewt li ser temenê xwe tê gunehkarkirin. Ew ta niha li cem Dezgeha Koçberiyê û Pasportan girtî ye û li bende ye ku ji Hisiçayê belgeyên nasnameya wî bigihên. Bavê wî pêşî hatibû şandin Dezgeha Ewlekariya Siyasî û li wir tehqîq pê re hatibû kirin. Piştre ew hat şandin zindana Edrayê nêzîkî Şamê. gerek bû ew di 11ê şibata (February) 2011ê de hatibe veguhestin zindana li Hisiçayê. Ta niha ne diyar e bê ew bi çi tê gunehkarkirin. Bedir û Enwer Naso ji koma Kurdên bênifûs in (ecnebî).