Dê ew jî bêne girtin
Rojenemevan û nivîskarê rojnama Tarafê Mehmet Baransu îdia kir ku, piştî girtina generalan di çerçova doza Balyozê de, wê du serokfermandarên kevin, Yaşar Buyukanit û Ilker Başbug jî bêne girtin.Li gora ku Baransu îdia dike, 27 nîsanê wan “e-muxtira“ belav kirîbû û bala hukumetê kişandibûn.
Mehmet Baransu kanala Dipnot.tv de bû mêhvanê bernama Kenan Taş. Baransu, li ser rewşa girtina generalan got: Leşkera di salona dadgehê de tiştek qirêj kirin.Serokê dadgehê vekirî tehdît kirin û merşên leşkerî gotin. Ew hêj xwe serdest dihesibînin, lê li Tirkiye gelek tişt hatine guhertin.
Baransu got ku ji berî sê rojan generalan dizaniya ku dê wan bigirin. Hinek ji wan di nexweşxaneyan de dixwestin xwe wek nexweş bidin nîşandan, da ku newin girtin. Niha jî dora du serfermandarên berê ne. Wê Yaşar Buyuanit û Ilker Başbug jî bêne girtin.
Wek tê zanîn Mehmet Barzansu ew kese ku yê cara yekem belgeyên Balyozê destxistîn û belav kirn e.