Mijûlî çarenûsa gel e

Duhî yekşemiyê 13.02.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel hejmarek ji kasbikar û pîşekarên Hewlêrê civiya.

Di destpêka civînê de, serok Barzanî bi minasebeta jidayîkbûna pêxemberê mezin hezretî Mihemed (silavên xwedê lê bin) pîrozbahî li amadebûyan û hemû misilmanên cîhan, Iraq û Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ev roja pîroz bibe sedema xêr, xweşî û tebayiya gelê Kurdistanê.

Paşê di gotara xwe de, serok Barzanî mebesta vê civînê diyar kir û wiha got:
– Min hez dikir ji nêzîk ve li gel we hevdîtinê pêkbînin bo ku bizanim gelo hûn ji vê rewşa navxoya me razîne yan ne, ji ber ku, bi baweriya min eger hûn ku bi bingeha xelkê Kurdistanê dihêne danan ji rewş razî bin, başe, eger na divê rewşê baş bikîn bi awayekî ku di berjewendiya xelkê hejar û bêdiramet be. Xebata me ji bo wê yekê nebûye ku rojek ji rojan desthilatdar bîn, belku ji bo rizgariya gel bûye bo ku bi azadî û serbilindî bijî. Li sala 1991 ez bûm ku min ragihand divê hilbijartina azad bihête kirin û xelk bi dilê xwe çarenûsa xwe destnîşan bike, wate behskirina hilbijartin û demokrasî ne ya îro ye.

– Min gelek pê xweşe îro gûh bidim axaftinên we û agahdarî pirs û gîr û giriftên we û hemwelatiyan bibim ku bi hemû şiyanek ve hewla çareserkirinê bidîn û vê diyardeya xerapa ku ketiye nav me ji holê rakîn û zêdetir jî li cemawer nêzîk bibîn.

Paşê her yek ji amadebûyan dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi rewşa bazar, pirs û gîr û girftên xwe û hemwelatiyên Hewlêrê xiste rû. Tevî nîşandana evîniyên xwe ji bo serok Barzanî, beşdaran tekez li ser kêmterxemiya berpirsan kirin û dûpat jî kirin ku her çende kêmasî gelekin lê belê eve nabe sedemek ku xelk biçê li jêr rewşa wan kes û aliyên ku dixwazin rewşa Herêmê têk bidin.

Di dawiya civînê de serok Barzanî ji bo amadebûyan ronahîkir ku piştî guhdana li êş û azarê wî xelkî derket ku pirsa serekî hebûna needaletiyê ye di wan hemû warên ku hatine axaftin eve jî ji hemû tiştekî xeraptire û ragihand ku we bi eşkere axaft û ez jî dixwazim bi eşkere bersîva we bidim û got:

– Kes nikare rola hewlêriyan li tevgera rizgarîxwaza gelê me da îhmal û feramoş bike yan jibîr bike, xelkê Hewlêrê herdem xelkê bi wefa û xwedî asteke bilindin. Di şoreşa Îlonê de ji hemû bereyên şer daxaza yarmetiyê dihat kirin û ji Hewlêrê alîkarî ji bo me dişandin, qet nebuye ku carekê ev Hewlêre daxwaza yarmetiyê ji bo xwe bike. Ez bi xwe Pêşmerge bûm û şanaziyê jî pêve dikim û qet jî çavê min li serokayetiyê nebûye û bi tebîet jî herdem li gel çîna hejaran bûme, ne şirîkê kesekim û ne jî min piştevaniyê li tu kes û kompanyayek jî kiriye. Ez heta niha mijulî tiştekî din bûm ku pêwendî bi çarenûsa gel ve hebûye. Birastî diviya hikûmet çavê xwe bida gel, me xebat ji bo gel kiriye neku ji bo xwe, ev Herêm divê bibê bi herêmekî damezraweyî û pirgirêkan jî berî ku bigihe min divê li nav hikûmetê da bihête çareser kirin û qebul jî nakim li vê Herêmê da xedir li kesek bihête kirin.

– Hinek kes tîhniyên desthilatin, lê belê ez ne ew im, raste gendelî heye, lê belê li heman demî de dihête zêdekirin. Başe ew derman û xwarina dem li serçûyî kî tîne Kurdistanê, ku dihête keşif kirin ji bo çi îcraat wernagirê û ji bo çi navê wan li medyayan da nayê belav kirin. Xiyaneta ji vê mezintir çi heye, nabe hinek xelk xwîna me bi van bimijin.

Serok Barzanî daxwaz ji amadebûyan kir ku her çi gîr û girift û pirs heye bi raportek radestî wî bikin û dilniyayiya amadebûyan jî kir ku hendê tişt niha li cem diyarin û îcraata xwe dike û balkişand li ser wê yekê ku yan divê ev rewş baş bibe yan jî biryareke din dide û dûbare jî kir ku xweşiya wî di xweşiya xelkê de ye.

Nerîna min :