Dogan jî teslîm bû
General û beşek leşkerên ku derbarê wan de duhî ji aliyê dadgehê vê biryara girtina wan hatî dayîn yek bi yek tên û teslîm dibin. Dema tên dadgehê biryara dadgehê di rûya wan de tê xwendin û berê wan didin girtîgehê.
Îro berî demekî generalê ku serpereştiya hewldana înqilaba leşkerî dikir, orgeneral Çetîn Dogan jî hate dadgehê. Dema Dogan hate dadgehê daxuyaniyek da medya yê û got: Tu desthilata van dadgeha û dozeran tuneye. Ev derewa dikin, di destê wan de, tu belgeyên ku me tawanbar nîşan bide tuneye. Tiştên di derbarê me de tên îdia kirin hemû derewin. Ez li himber van derwan tu parastinê nakim.
Lê cardin dadgehê biryara girtina Dogan û tawanên wî di rûyê wî de xwend û ew rêkirin girtîgehê. Herweha îro hinek parêzer serî li dadgehê dan û îtiraz a girtina genealan kirin.