Polîtîk

KADEP, bi namzetên serbixwe dikeve hilbijartina

 
Avşar derbarî mijarê de ji AKnewsê re got, ew li benda encambûna hevdîtinên navbera partiyên kurd de ne û hêvî dikin ku, pêvajo bi hevalbendiyê bi dawî bibe.

Derbarî yekîtiyê de rola Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî Avşar anî ziman û got, divê partî, ne li gorî berjewendiyên xwe, li gorî berjewendiyên gel nêzîkî mijarê bibin û domand, “Berî ku BDP bi çepê Tirkiyeyê re hevalbendiyê bigere, divê bi kurdan re hevalbendiyê bigere. Heta ku bu birayên xwe yên rasteqîn re li hev neyê, gera zirbirayan şaş e.”

Alîkara Serokê Giştî ya KADEPê got, ger partiyên kurd yekîtiyek çêbikin, dê ev yek bibe sedema sînerejiyeke mezin û wiha pêde çû:

“Di referandûmê de me piştgirî da reforman, lê AK Partî daxwazên kurdan bicih neanîn. Vê yekê di gelê kurd de şikestinek derxist. Ger di nava partiyên kurdan de hevalbendî çêbe, kurdên ji AK Partiyê nerazî ne û yên ku ji bêalternatîfbûnê neçin sindoqê jî, dê berê xwe bidin vê. Yekîtiyeke wiha dê ser pêvajoya destûra nû jî tesîr bike û bibe sedema hêzbûna daxwazan.”

Avşar got, ger di nava partiyên kurdan de hevalbendiya hilbijartinê nebe, ew ê bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinê.

 

Back to top button