
Lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî, ku li Tirkîyê ji futbolê hatibû qedexekirin, ragihand ku ew derbasî tîma SV Kurdistan Düren a Almanyayê bûye û vegerîyaye qadên kesk.
Nakî li ser hesabê xwe yê medya civakî ya Instagramê parvekirina xwe ya ji bo SV Kurdistanê ragihand û wiha got: “Dema ku xewnek pêk hat, ne girîng e tu li ku yî, girîng e tu kî yî. Ez ji cihê ku min lê mabûm futbolê didomînim. Silav futbol, silav Ameda min 21, silav tîma min a SV Kurdistan”.