Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley diyar kir ku şerê 20 salan ê li Afganîstanê wek ku welatê wî dixwest bi dawî nebû û got: “Şer têk çû winda bû”.

Serfermandarê Amerîkayê General Milley di salvegera duyemîn a kontrolkirina Kabul a paytexta Efxanistanê de ji televîzyona ABC re axivî û şerê 20 salan nirxand.

Milley, ku wê di dawîya meha Îlonê de derkenar (xanenişîn) bibe, li ser şerê bi Talîbanê re li Afganîstanê got: “Ew çawa ku min dixwest bi dawî nebû, bi awayê ku yek ji me dixwest bi dawî nebû. Dema dijmin paytexta ku hûn piştgirî didinê dagîr dike, ew paşveçûnek stratejîk e, têkçûnek stratejîk e”.  

Milley, di hevpeyvîna xwe de bi dewamî got: “Bi awayekî berfirehtir, şer winda bûye. Me zêdetirî 20 salan şerê Talîban û hevalbendên wan kir. Li paytextê ji ber gelek sedemên ku wextê min tune ez bînim zimên, ew bi ser ketin. Bê guman, gelek ji me pir poşman bûne”.

 Milley, li ser pirsa gelo ew bi xeletî û poşmanîyê razî ne û poşman e ku artêşa Amerîkayê dest bi valakirina ji Afganîstanê kiriye, got: “Bêguman ji 11ê Îlonê û vir ve li Afganistanê zêdetirî 2400 leşkerên me û di êrîşa li Kabulê de 13 leşkerên me çûn. Bê guman gelek poşmanî hene. Her leşkerê ku ez winda dikim poşmanî ye”. Milley destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê 20 salan rê li êrîşên Afganîstanê girt û hêvîya jiyaneke baştir da xelkê Efxanistanê.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: