Dengek cuda: Murat Yapistiran
Silv û rêz kek Murad Yapiştiran. Em wek malpera PNA û radyoya Peyamner dixwazin sûdê ji ewê derfetê werbigirin û bi te re behsa çalakîyên te û jîyana hunerî ya te bikin.
Silav û rêz ji bo we û xwandevan û guhdarvanên we yên hêja, belê ez jî dê gelek xoşhal bim ku bi we re evê hevpeyvînê pêk bihînim.
Kekê Murad ji kerema xwe re yekam car hinekî behsa xwe bike û ji xwandevanê me re xwe bide naskirin û herwisa û behsa yekem berhema xwe ya hunerî jî ji me re bike, te kengî dest bi karê hunerê kir û te di berhema xwe ya yekem de girîngî bi çi daye?
Belê, gelek sipas bo we ku we ev derfet da min. Yekem car ez ji evê yekê ve dest pê bikim, ku di malbata me de berê jî karê hunerê dihat meşandin û ez wek kesek ji ewê malbatê, min sûd ji ewê derfteê wergirt. Hezkirina min ji mûzîkê û karê hunerî bi pirranî ji ber bandor û pitevanîya birayê min çê bû. Me cara yekemîn îsal di demê Newrozê de albom derxist û belav kir. Berî hinge helbest û sitranên min hebûn û gelek ji heval û sitranbêjan sitranên min û helbestên min vedixwandin. Ew pênc salin ku ez di studyoya Sound (Deng) de wek tommyster dixebitim. Gelek sitran û gelek albom û mûzîkên bi kurdî ku rihê kurdînîyê û çanda kurdî diparzêin bi destên min hatine afrandin û min çê kirine. Ji zarokî ve heta niha di gelek biwaran de, di alîyê wêjeyî û edebî de, di beware nivîskî û nivîsandinê de û di beware sitran çêkirinê û helbestan de gelek karên min hebûne, yanî bi kurtî demek dirêje ku ez di nav karûbarên hunerî de me.
Belê Kekê Murad gelek sipas ku te bi kurtî behsa jîyana xwe ya hunerî û çalakîyên xwe yên hunerî kir. Te ji me re got, ku te berê jî hinek helbest û sitran hebûne ku hinek kesên din vexwandine, tu dikarî ji me re behsa wan bike û navên wan karên xwe bidî xûyakirin? Çend hunermendan karên te vexwandine?
Demek berî niha albomeka hunermendê rojavayê Kurdistanê Xêro Ebbas derkevt, ku tê de sitraneka min a bi nave Zor hebû. Min awaz û mûzîk jî ji bo ewê Sitranê danî û hunermend Xêro Ebbas ew sitran xwandiye. Paşê Hunermend Kawa jî sitraneka min xwandiye, navê ewê sitranê Were ye ku Kawa xwandiye. Heriwha hunermend Bawer Can ew sitran bi Kawa re xwandiye. Herwisa hunermend Îbrahîm Rohilat ku endamekî komela berê ya Rojhilat bû, sitraneka wî ya bi navê Hêvî hebû ku hem gotin û hem mûzîk min çê kiribûn. Piştre du sitranên Koma Agirê Jîyan ên ewê dawîyê jî min karê melodî û mêzîkê bo kirin. Herwisa min karê melodî û mûzîkê ji bo şeş yan jî heft berhemên ewê dawîêy yên hunermend Merwan Tan kiriye û dîsan gelek karên min ên din jî hene ku niha renge bîra min nahê ez ji we re bi nav bikim.
Gelek sipas jib o bersiva te. Em dixwazin pirsyarekî giştî li te bikin, tu çawan berê xwe dide kar û berhemên sitran û mûzîka kurdî li bakûrê Kurdistanê? Herwisa rewşa hunerê li başûrê Kurdistanê çawan dibînî ku derfetek zêdetir li wir di ber dest de heye? Li gor şopandina te taybetmendîyên hunerê navbera başûr û bakûrê Kurdistanê çi ne û peywendîyên wan di çi astekê de ne?
Em gelek kurdên me yên başûrê Kurdistanê û hunermendên ewê parşeyê welat li wir li Turkiye dibînin, ku ji bo karên xwe yên hunerî û ji bo amadekirina albumen xwe serdanê dikin û em bi wan re kar dikin. Di ewê demê dawîyê de hunermendên başûr bi pirranî kar li ser stîla erebêsk kar dikin ku ew demeke li Turkiye pir kevn bûye û êdî nahê guhdarkirin. Bi pirranî kesên li başûr kar dikin xwe di beware stîla Erebêsk de pêş dixin. Li cîhanê herqas ku pêşkevtinên berfireh û bi lez di mûzîkê de çê dibin, lê li bakûrê Kurdistanê rewş ne wisa ye û pêşkevtinên gelek baş di beware mûzîkê de çê nabin, belê li bakûr gelek lêkolîn li ser mêzîkê û bi taybetî jî mêzîkên xwe (Kurdî) dikin û mûzîka xwe bi mêzîka nûjen a cîhanê ve jî girê didin. Daxwazîya min ewe, ku her hunermendekî kurd bi rihê Kurdînîyî mûzîkên xwe û berhemên xwe dirist bike. Mixabin kêmasîyên bi ewî rengî hinek hene.
Aya nûjenkirina sitranên berê yên dengbêjîyê yên Kurdî tiştekî başe û bi nerîne te ew yek ti zirarî nagihîne folklur û çanda Kurdî? Ji ber ku em dibînin niha hunermendên kurd sitranên dengbêjîyê li gor stîlên serdem nûjen dikin.
Na, ez ewê yekê wek zirarê nabînim û kurd herqas ku ber bi pêş ve biçin, mûzîka kurdî jî neçare tevlî mûzîka cîhanê bibe û bi ewê çendê û bi xebatên niha re heger rihê kurdînîyê di berheman de nehê xirabkirin, li gor nerîna min ew zirarê nade mûzîk û çanda kurdî, tişta herî girîng li gor nerîna min ku dê zirarê bigihîne mûzîk û çandekê ewe ku hunermendek berhemekî gelek dûr ji çand û ji rihê milletê xwe çê bike.
Aya Murad Yapiştiran wisa hest dike ku bi şêwaz û alboma xwe ve nûjenîyek anîbe nav mûzka kurdî?
Belê, ez bi xwe li ser ewê bawerîyê me û heger ez ne li ser ewê bawerîyê bama û min ew şêwaz û ew ziman fam nekiriba, min karekî wisa nedikir û heger wisa be jî ez çê nakim. Hema tu dest ji huermnedîyê jî berde, ez wek kesek heger mûzîka kurdî pêş nexim û rihê kurdînîyê jî ne di nav karekî de be, ez ewî karî nakim. Di nav alboma xwe de jî me şêwazên cîhanî û şêwazên kurdî anî bal hev û me şêwazek nû çê kir û karekî nûjen amade kir. Ez wek kesekî dibêjim, ku heger kesek di berhemên xwe de xizmeta mûzîka kurdî û zimanê kurdî neke ti wateya ewê mûzîkê nîne. Li gor min kurahîya mûzîkê û rihê mûzîkê herqas bi rihê min re bibe yek, ewê gave stîla te stîleka raste. Di ewî biwarî de me xwazt ku şêwazekî nû bidin afirandin. Armanca me di çêkirina karên nûjen de ewe ku em karekî bikin ku ne li dijî rihê kurdînîyê be û ez jî wek kesekî dixwazim ewî tiştî pêk bihînim herçend ew alboma min a yekemîne û ez gava yekemîn di ewî biwarî de dihavêjim. Gelek başe ku tu mûzîka cîhanê û mûzîka kurdî bihînî bal hev û tiştekî nû çê bikî, li gor min tiştekî pir xweşe sitranên ku bab û kalên me berê bi dengbêjîyê xwandine niha bi stîleka nû li semfonîya cîhanî bihên xwandin. Bi giştî armanca min ewe ku mûzîka kurdî û cîhanî li cihekî bal hev kom bikim.
Belê em pir supasîya te dikin Kekê Murad Yapiştiran ku tee w derfet da me. Heger te peyamek ji gelê Kurdistanê û ji hunermendên Kurdistanê re heye tu dikarî niha pêşkêş bike?
Ez jî gelek supasîya we û PNA û radyoya Peyamner dikim ku we ew derfet da min ku ez behsa kar û çalakîyên xwe bikim. Min çend daxwaz hene û yek ji wan ewe ku ez hêvîdarim rojek bihê ez bikarim serdana Kurdistaneka azad bikim û xaka wê bêhn bikim û bi hunermendan re sitranan bêjin. Herwisa ez daxwazê ji hunermednên kurd jî dikim ku dest ji stîla erebêsk berdin û ji rihê kurdînîyê dûr nekevin, çimku stîla erebêsk tiştek neda ti kesî û herwisa çav nedin mûzîkên turkî û li gor min bi karaîna mûzîkeka turkî bi çend wuşeyên kurdî ti xweşîya wê û ti wateya wê nîne.
Hevpeyvîn: Şoreş Serbest
Amadekirin: Sîna Kurdistanî
PNA