Polîtîk

Kurd li dijî vekişandina balyozê Iraqê ji Îranê ne

Parlamenterên kurd ên Parlamentoya Iraqê, dibêjin, arîşeya topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi vekişandina balyozê Iraqê ji Tehranê nayê çareserkirin.

Parlamentera kurd Eşwaq Caf, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên siyasî û aborî digel Îranê hene û Îranê, di rojên zehmet de, alîkariya Iraqiyan bi taybet kurdan kiriye, ji ber van sedeman, çareseriya herî baş bo rawestandina topbarana deverên sînorî, hewlên dîplomtîk ên hikûmeta Iraqê digel Îranê ye.

Caf, wiha got, “Nabe hebûna têkiliyên dîplomatîk, siyasî û aborî li ser hesabê akinciyên Herêma Kurdistanê, temam bibe. Fraksyonên Kurdistanî, daxwaz kiribûn parlamentoya Iraqê, birijdî, li ser ragirtina topên Îranê kar bike.”

Parlamenterê Iraqê yê ser bi lîsteya El Iraqiye Ehmed Elwanî, di civîna duh a parlamentoyê de, daxwaz kiribû, bi mebesta nerazîbûna li hember topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, balyozê Iraqê ji Tehranê bê vekişandin û balyozê Îranê jî ji Bexdayê bê derxistin.

alan talabineJi aliyekî din, parlamentera kurd Ala Talebanî, diyar kir, li gorî ku tê zanîn, vekişana balyozan, helwesta fermî ya lîsteya El Iraqiye nîne, tenê nerîna Ehmed Elwanî ye û wiha got, “Em li dijî vê yekê ne.”

Back to top button