Polîtîk

Demirtaş: Em dikarin sibe sund bixwin

Îro demjimêr 11.00 di navbera Ak Partiyê û BDP-ê de civina duyem destpêkir. Di civînê de ji Ak Partiyê cîgirê serokwezîr û kordinatorê vekirina kurd Beşîr Atalay, serokê gruba Ak Partiyê Nuretin Canikli û Ahmet Aydin û cîgirê serokê Ak Partiyê Haluk Îpek amade bûn. Ji aliyê BDP-ê ve jî Wekilê serokê guruba  BDP-ê  Pervin Buldan û Hasip Kaplan û parlementera BDP-ê Gulten Kişinak amade bûn. Civîn di serokatiya serokê Parlementoyê Cemil Çiçek de pêkhat.

Ev civîn hêjî berdewam e. Selahattin Demirtaş got ku eger em li ser hinek tiçtan li hev bikin sibe jî em dikarin herin parlementoyê û sund bixwin. Li gora ku tê gotin Ocalan bi xwe dixwaze parlementerên BDP-ê sund bixwin. Dixweyê piçtî civîna îro rewş dê hejî zelal bibe.

Back to top button