Polîtîk

Parlementoyê bawerî da hukumeta Erdogan

Li Parlementoya Tirkiye  ji bo erêkirina hukumeta 61.a ya ku piştî hilbijartina di serokatiya Tayib Erdogan de hatî damezirandin dengdan hebû. Di civîna parlementoyê de 495 parlementer amade bûn û deng dan.

322 parlementeran bawerî da hukumetê û 173 parlementerjî dijê hukumetê deng dan û baweriya xwe nedan hukumetê. Parlementerên MHP û CHP bawerî nedan hukumetê û parlementerên serbixwe û yên BDP jî sedema ku helwesta boykotkirinê ne li parlementoyê bûn.

Bi vî awayî hukumeta nû bi awayek fermî dest karê xwe kir. Ev ji bo Tirkiye wek prosesek nûjen tê nirxandin. Ji ber ku di bernama hukumetê de guhertina desturê heye.

Back to top button