Tevî mîlîtarîzekirinê jî Kurdistan di nava girevek giştî de ye.
Serbarê vê ku rejîm ji mehekê berî niha ve bi awayê herî tund zext xistiye ser xelkê Kurdistanê û bi hemû awayekî li hewla pêşîgirtin ji daxistina dukan û bazarê bûye, xelkê şoreşvan û nîştimanperwere Kurdistanê gellek netirsane û cesûrane û li helwestekî netewî û yekgirtÎ de bi daxistina dukan û bazarê û şêweyên xebata medenî ew terora rêberê gelê Kurd şhîd Dr. Qasimlo şermezar kirin.
Eva jî di demekê de ye ku ji sibezûya roja 21’ê pûşperê ve rejîma Îranê parazît xistiye ser TISHK TV, ku di rastî de deng û rengê xelkê Kurdistanê ye. Rejîma Îranê li Kurdistanê de her weha tevaya hêl û emrazên pêwendîgirtinê wek telefon û înternetê daxistine.
Bi vî halî jî ji çendîn riyên taybet ve endamên PDKÎ zanyarî dane nûçegihaniya Kurdistanê, ku ew zanyarî bi vî awayî ne:
Urmiye:
xelkê gundên mawane, Karane, Enbê, Gohdar ji hatûçûna bo nav bajar xwe parastine.
Kurdan li Îslamabad, Terzîlo, Elwac, Kuştarga, û pasajên Mîdxa, Sadat, Morwarîd, Zomorod dakan û bazar daxistin.
Seqiz:
Ew bajar bi tevahî hatiye mîlîtarîzekirin, û wan hêzan xwe amade kiriye da ku deriyên dukanan bişkênin, ji ber ku li cem wan hêzan, emrazên şikandina qoflên deriyan jî heye. Xelkê qehremane seqizê carek din nîşan dan ku dersxwanên riya Qasimloyê şehîd in. Ji ber ku xelkê Seqizê pêşwaziyekî gelek germ ji vê bangewaza PDKÎ kirin, û dukan û bazar daxistin. Bi taybetî li bajarokê “Sahêb” girevê tev bajar dagirtiye.
Sine:
Li Sinê jî xelk bi kincên şîn ve derketin dervey malan.
Newsud:
Li newsudê jî xelkê şoreşvan ê vî bajarî serbarê zexta bêqas ya hêzên rejîmê pêşwazî ji bangewaza PDKÎ kirin û gireva giştî rêve birin.
Karbidestên rejîma Îranê li pîlanekê de li îdareya esnaf bi biryarekî tirsinokane dokandarên bajarê Şino bo xwarina nanê nîvro li talarekî bajarê Şino gazî kirine, lê xelkê bajarê Şino’yê bersiva “na” dane kirêgirtiyên rejîma Îranê.