400 keç Qezafî diparêzin
Muemer Qezafî serokê Lîbiya ji aliyê yekîneyeke taybet ya zêrevanan ku ji 400 keçên di bin 20salî de pêk tê, tê parastin.
Li gor rojnameya Guardian ya berîtanî, Qezafî hêzeke taybet ya zêrevanan ku hemû keçên di bin 20saliyê de ne heye û “hemû xelkê biyabanên Lîbyayê ne ku li gor dîrokê de cîyê jinên cengawer bûye di efsaneyên Yonanî de.”
Rojname dinivîse ku Qezafî pasewanên xwe li gor hindek pîvanên taybet diyar dike weke; ji 20salîyê mezintir nebin, nezewicî be, ciwan be, bejin bilin be, bi hêz be û mixlis be.
Qeazî nave hemû wan 400 keçan kiriye Ayşe, binavê keça xwe êkane navkirine.
Li gor Qezafî, jib o pasewaniyên jin baştir in, mêr zêdetir xiyanetê dikin.
Dema qezafî serdana derve dikir 12-40 pasewanên keç bi xwe re dibidirin ku jê re digotin “rahîbeyên şoreşê.”