Civak

Dengbêj û xwendevan hatin ba hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dengbêj û xwendevanên Lîseyê anin ba hev. Dengbêj bi dengên xwe û stranên xwe çanda kurdî ji nivşekî digihîjinên nivşek din.l

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, xebatên ji bo parastin û pêşxistina kevneşopiya “ddengbêjiya” ya ku çanda devkî digihîne nifşên pûşerojê berdewamin.
Di çalakiya li salona şanoyê ya dibistanê hat lidarxistin de Dengbej bi xwendekaran re hatin cem hev.

Di çalakiyê de Lêkolînera Çandê ya Muzeya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin Zeynep Yaş der barê dengbejê de agahî da xwendekaran.

Yaş, daxûyakirin ku, “Kevneşopiya Dengbejiyê” di sala 2020’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye qebûlkirin û got, “Dengbej ji bo dewamkirina mîrateya çandê gelekî girîng in. Dengbej berhemên xwe bi kurdî dibêjin. Ev yek ji taybetmendiyên girîng ên dengbejiyê ye.”


Balkêş e ?
Close
Back to top button