Polîtîk
Balyozê Qeterê sedana Serok Barzanî kir
Balyozê Qeterê yê Iraqê hevxemiya xwe ji Serok Barzanî re xwest Balyozê Qeterê yê li Iraqê Sultan Mubarek El Kubeys,î ji ber wefata Zekîye Mele Mistefa sersaxiya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û Serokwezîr Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî gihandin Serok Mesûd Barzanî.
Îro 26ê Sibatê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Qeterê yê li Iraqê Sultan Mubarek El Kubêsî kir.
Serkonsolê Qeterê yê li Hewlêrê Husên Bin Elî Fezala jî di hevdîtinê de bû.
Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî de hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên dualî jî hatin gotûbêjkirin.