Demirtaş xweş axifî lê

Birêz Selahattîn Demirtaş, xweş axifî û êş û azar xweş anî ziman, lê gelo bala we tiştek kişand?  Ya  herî giring hebû, bala we kişand? Got, gelo ji ber ku Kurd bê dewletin ev tê serê wan?

Hêvîme birêz Selahatîn Demirtaş jî hemu rêxistin û partî giringîya dewletbûnê bînin ber çavên xwe û carek din bifikirin dev ji demokratîkbuna biratîyê berdin û daw u doza dewlet û serxwebûnê bikin, heta ku em nebin dewlet, xilasîya me tuneye, ev canê ku dikevin, binerd dibin, ev pîrejin u zarokên li kolanan, du bare nebin. Dijminê bavan nabin dostê lawan!

Lewra çend mehe ku DAÎŞ zilma li ser Kurdan dike em nikarin êdî di demokratikbûnê de rawestin divê ku em serbixwe bin, divê ku em xwedî Dewlet bin.  Lê belê birastî jî Gerîla û PYD jî bi can  berxwe didin û wekî şêra cenga xwe dikin. Hefqase şehîd, zorî ,zehmetî dikşinin cuwanîya wan di şer de derbas dibe ka ye encama wê ? Kayê  Welatê wan? Li hemberî hovîtî u qatliama li ser Kurdan dinya bê deng maye! İro li Kurdistana Bakur hovîtî li ser Kurdan pêk tê, em cardî biponijin û bifikirin ji xeynî Kurdan dostê Kurda tuneye, her tişt li ber çava ye û tê dijin.

Zînê Amedî  

Dîyarbekir

09.10.2014

Nêrînek

  1. Em bibêjin Roj bash Bi rez Demirtash. Heya niha tu li kuderê bû ? We tim digot Tirk birayê menê, em dixazin ma tirkîyê neyê parçe kirin. Tu ket parlamentayê tirkîyê..Tu hînjî dinavde çû mîna kû siyarêkî dizgîna hespe xwe berdayê, te xwast bibê serokkomarê tirkîyê. Heya îro te navê Kurdistanê ne kirîbû devê xwe. Naha çibîyê ku, tu qala Kurdistanê dikîyê.? Kî dikarê baverîyê vê gotina te bikê ?. We kurdên tirkîyê kirîbûn hesîrên tirkan. Dostên kurd û kurdistanê hênê, le dostên we nemanê.. Demaku li kurdîstanê bashûr serxwebûna kurdîstanê hat holê, li berî dijminan kurdan , we got nabê , em naxwazin kurdistanêkî serbixê li bashur werê avakirin.. Tû kes edî bigotinan we bawer nakê..Nûha gelê kurd dibînê dost kîyê, dijmin kînin..Iro avakirina Kurdîstanêkî mezin di rê dayê..Dijminan kurdan nikarin ve rêyî li ber wan bigrin..Hun herin ba tirkan, dibêku werê çarêyekî bibînin…Slav û rêz.

Nerîna min :