Ji bo Kobanê çi ji destê Kurdistanê hatibe kiriye

Fuad Husên ji televizyona NRT re da xuyakirin ku çi ji destê Herêma Kurdistanê hatibe alîkariya Kobanê kiriye lê belê cografya Kobanê bûye dijminê Kobanê û wiha axifî: “Berevaniya xelkê Kobanê li bajarê wan roj bi roj bandora xwe ya li ser raya giştî ya navdewletî zêdetir dike.”
Derheqa rewşa Kobanê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên got: “Berpirsyariya Serokê Herêmê tenê di çarçoveya Herêma Kurdistanê de ye û meseleya Kobanê meseleyeke neteweyî ye. Ji aliyekî din ve niha Herêma Kurdistanê bi xwe jî ligel DAIŞê di şer de ye.”
Dr.Fuad Huseyn
Li ser pirsa gelo Pêşmergeyên Kurdistanê di ser Tirkiyê re bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê tên şandin, Fuad Husên wiha axifî: “Heta niha Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî daxwazeke wiha nekiriye ku di ser Tirkiyê re Pêşmerge bo Kobanê bên şandin.”
Husên hêvî kir ku Tirkiye rê bide da alîkarî bigihe Kobanê û wiha pêde çû: “Niha hemû Kurd û Tirk cîran in û dijminê hevbeş jî DAIŞê e. Ji aliyekî din ve jî tişta ku girîng e niha li hemû cîhanê yekrêzî û yekhelwêstiyeke baş di navbera Kurdan de heye, wek mînak dema DAIŞê êrîşê Herêma Kurdistanê kir kurdên li hemû dinyayê rabûn ser piyan, piştgiriya Kurdistanê kirin û niha ew helwêst bo Kobanê jî dubare dibe.”