Hevpeyvîn

Mesrûr Barzanî li eniya şer ji bo BBC diaxive

Rawêjkarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê dibêje ku, pêwîstiya pêşmerge bi çekê giran weke tang û roketên dijetang û helîkopteran heye ji ber ku ”pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê terorîstên DAÎŞ dike.”

Kanala BBC di reportajek xwe de li eniya şer li devera Rebîye behsa serketin û mêrxasiya pêşmerge dike û dide xuyakirin ku, bi alîkariya êrîşên balefirên şerî yên hevpeymanan pêşmerge deverek berfireh ji terorîstên DAÎŞ rizgar bikin.

Li gor wê reportaja kanala BBC, her çiqas civaka navdewletî soz dane ku çekê giran bi pêşmerge bidin, lê heta niha pêşmerge ew çek wernegirtine ku, ji bo vî şerê dijwar gelek pêwîstiya pêşmerge bi wî çekê giran heye.

Di vê çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî rawêjkarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê ku, niha digel Mesûd Barzanî serokêm Kurdistanê li eniyên şer e, ji BBC re dibêje: ”Me ew çekê giran wernegirtiye ku, ji bo vî şerî pêwîstiya me pê heye. Ev şer şerekî dijware û xelkê me jiyana xwe ji dest dide, weke hûn dizanin em li vir in, pêşmergeyên me li vir in û canê xwe feda dikin.”

Mesrûr Barzanî dibêje ku, tiştê em ji tevaya cîhanê divê, çekê giran û bikarîger   bi pêşmerge bidin ji ber ku, pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê terorîstên DAÎŞ dike.

Back to top button