Li Helebce dijî berpirsekê YNKê xwepêşandan
Hijmareke çalakvan û rewşenbîrên bajarê Helebce di daxuyaniyekê de ragehand ku, eger Mela Bextiyar endamê serkirdayetiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê heta roja 12ê vê mehê uzra xwe ji xelkê Helebce nexwaze dê li dadgehê şikayetê lê bikin.
Hijmareke çalakvan û rewşenbîrên bajarê Helebce li dijî daxuyaniya Mela Bextiyar endamê serkirdayetiya YNK ku, gotibû ”Li Helebceyê 600 gênc di nav rêzên DAÎŞ de hene” xwepîşandan kir û beyanameyek da raya giştî.
Nûnerên Helebceyê di beyanameya xwe de dibêjin ku, Helebce xwediya xwe ye û ji bo neteweya kurd xwediya serweriyeke mezin û giran e û heta niha li gor wan qurbaniyuên Helebceyê dane hurmet ji bajêr re nehatiye girtin û berprisekî balayê YNKê hemû yasayên medenî bin pê dike û zaniariyan ji bêrîka xwe derdixe û dibêje ”Li Helebce 600 ciwan di nav rêzên DAÎŞ de hene”
Çalakvan û rewşenbîrên bajarê Helebceyê di beyanameya xwe de dibêjin ku, daxuyaniya Mela Bextiyar sivkatîkirine bi xwîna şehîdên sengerê berxwedanê û sivkatîkirine bi tevaya xelkê welaparêzê wîlayeta Helebceyê ” ji bilî dijatîkirin û sivkatiyê, heta niha gotinek xêrê ji vî siyasetmedarî nehatiye bihîsttin” eger heta roja yekşemiya bê (12.10.2014) Mela Bextiyar bi fermî uzra xwe ji xelkê bajêr û balbatên qurbaniyan nexwaze, çalakvan û rewşenbîrên Helebceyê bê deng namînin û dê wî bidin dadgehê.