Kaos: 23 kesi jiyana xwe ji dest da
PKK bi tevî hemû partî û saziyên xwe li Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiye ji bo protesto kirina êrîşên DAÎŞê li Kobanê xwepêşandan kirin.
Di encama van xwepêşnadana de 23 kesan jiyana xwe ji dest da. Di bûyeran de li Diyarbekir 10, Mêrdînê 5, Sêrtê 3, Batmanê 1, Mûş 1, Wan 1, Stanbul 1, Edene 1 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Ev kesên jiyana xwe ji dest dayîn hinek aligirên PKKê ne, hinek alîgirên HUDA-Parê ne û hinek jî hemwelatîne. Heta niha jî nasnama hinekan nehatiye kifşkirin.
Bê guman pêwistî bi nirxandina vê bûyerê heye.
Eve 25 rojin çekdarên Daîşê hewldidin bikevin bajarê Kobanê. Şerek dijwar dinvbera YPG û DAÎŞê de berdewame.
Hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hewldan ku mil bidin milê YPGê û şerê DAÎŞê bikin.
Desthilatdariya Kurdistana Başûr bi hemû awayî ji bo ku Kobanê nekeve kar kir.
Gelekaliyên siyasî ji bo alikariya penaberên Kobanê bikin çalakiyên hêja pêkanîn. Herkes li sinor û li Kobanê bû.
Bi kurtahî kurd hemû bê ku çewtiya siyaseta PKKê berçav bigrin pişgiriya xwe bi hemû awayî ji bo Kobanê dan nîşandan.
Xwepêşandinên li Bakur hatîn kirin, gelek bajarên Kurdistana Bakur kir wek qada şer. Li hinek deveran xwepêşandanan êrîşê Huda-Parê kirin û di nav kuştiyan de endamên Huda-parê jî hene. Ev yek dikarê bibe sedemê şerekî di navbera PKKê û Huda-parê de. Ev yek dê kaosek mezin peyda bike.
Di van bûyeran de gelek cih, dikan û xaniyên hukumetê û hemwelatiyan hatin şewitandin, xira kirin û talan kirin.Li Sêrtê tenê 3 dikanên zerînkeran hatin vale kirin.
Bi awayek din di van xwepêşandanan de xusara xelkê Kurdistanê gelek mezin bû. Di encam de ev kesên hatîn kuştin hemû kurdin. 3 rojan çuyin hatina hinek bajar û bajarokan sekinî.
Kurtahî xusarek mezin gihat hemwelatiyên Kurd. Başe di encam de ev xwepêşandan gihan armanca xwe? Dê hinek berpirsiyarên PKKê yan jî HDPê çewe vê yekê îzah bikin.
Yan jî dê hinek berpirsên HDP derkevin himberê medyayê doza lê borînê bikin.? Li hinek deveran ala Tirkiye anin xwar û heykelên Ataturk tahrîb kirin. Serokê HDPê tenê ji bo vê bûyerê doza lêburînê kir.
Di encam de van bûyerên li Bakur çêbûyên kurdan winda kir û xusara kurdan bû…Lê dixweyê li Bakur ev yek welêye.. Yan jî dê ev bûyer bibe destpêka pêvajoyekî ku mirov pêşerojê de tiştên din gengeşe bike.
Mirov bi hemû awayî dikare helwestên hukumetê yan jî aliyek din protesto bike. Ev mafek xwezayiye. Lê xirabkirin û şewitandin tenê xusarê dide kurdan…