NB:pêwîstiya pêşmerge bi çekên giran heye.

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê,li Hewlêrê, pêşwazî li kongresman Stefan Lîç û şandeya pê re ku, ji hijmareke şîretmendan û têma konsulxaneya giştiya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêkatibû, kir.

Di destpka civînê de, kongresman Lîç got ku, ew kêfxweş e bo cara duyemîn serdana herêma Kurdistanê dike û ragehand ku, gelek kongresmanên amerîkayî  ji her du partiyan; Komarî û Demokratî û dostên herêma Kurdistanê li Amerîkayê dixwazin serdana herêma Kurdistanê bikin û rewşa heye bi çavên xwe bibînin. Kongresman Lîç got ku, kongresmanên her du partiyan lêdixebitin hevkariya herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de bê kirin û tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê navbangek baş heye û hêjayî piştevanî û hevkariyê ye, ji ber ku herêma Kurdistanê hevpeymaneke baş a Amerîkayê ye û îspat kiriye ku, pêkhateyên neteweyî û olî diparêz e û hurmetê ji mafên mirovî re digir e.

Rewşa meydanî, serbazî û mirovî li herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û di vî warî de serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pêşveçûnên berdewam yên pêşmerge li eniyên şerê dijî DAÎŞê ew barê giranê di warê êkonomî, îdarî û mirovî  ku ji encamê cenga dijî DAÎŞ û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ketiye ser herêma Kurdistanê, kir.  Ji bona wê piştevanî û hevkariya Amerîkayê, serokwezîr sipasiyên xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî gel û hikûmeta Amerîkayê kirin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşveçûnên berdewamên pêşmerge dike û daxwaz kir ku, Amerîka di piştevanîkirin pêşmerge û berfirehkirina operasiyonên dijî DAÎŞ berdewam be û, paşerojê, ji bona rêxstina pêşmerge hevkariya herêma Kurdistanê bike. Barzanî got ku, pêwîstiya pêşmerge bi çekên giran heye.

Rewşa koçber û penaberan û pêdawîstiyên wan mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de serokwezîr daxwaz kir ku, ji bona baştir xizmetkirin û hevkarîkirina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan, zêdetir hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin. serokwezîr got ku, hevkarî û hevahengiyek baş di navbera saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û ajans û aliyên peywendîdarên Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ji bona alîkarîkirina koçberan heye.

Rewşa û pêşhatên Suriyê û pirosesa siyasî li Îraqê û pirsa beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên din yên civînê bûn. Serokwezîr diyar kir ku, li ser bingeh û prensîpên hevbeşên rasteqîne herêma Kurdistanê beşdarî di hikûmeya birêz Ebadî de kiriye û ragehand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hewil dide hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bibin.

Di dawiya civînê de, kongresman Stefan Lîç û şandeya pê re careke din tekîd kir ku, dostên herêma Kurdistanê li Kongresê gelek in û ew bi berdewamî guhertin û pêşketinên herêma Kurdistanê dibînin û peyama Kurdistanê dibin Kongresê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: