Civak

PKKê polisek û du peyamnerên Rudawê birîndar kir

Li Hewlêr a paytextê Kurdistanê alîgirên PKKê ji bo Kobanê xwepêşandanek kirin. Di xwepêşandanê de hevalbendên PKK êrîşê peyamnêrên Rudawê kirin û du pêymnêrên Rudawê birîndar kirin.

Herweha di heman xwepêşandanê de  berdevkê polîsê Hewlêr jî hate birîndar kirin.
Di vê derbarê de Tora medya rudawê daxuyaniyek belav kir.

Ev deqê daxuyaniya Rudaw e:

Êrîşa li peyamnêrên Rûdawê
Beriya çend saetan tîmekî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê alîgirên PYDê ve hatin lêxistin.
 
Di 08.10.2014ê de li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, peyamnêrên me Mihemed Izedîn û Hejar Ergoşî û kameramanê me ji aliyê komekî ve rastî êrîşekî tund hatin û bi kêran gef li wan xwarin.
 
Ev êrîşa li Rûdawê hatî kirin, ji derxistina peyamnêrên me yên li Qamişlo û Efrînê dest pê kiribû û hat heta îro.
 
Di demê borî de, dîsa bi kêran êrîş li peyamnêrê Rûdawê yê Ewrûpayê hatibû kirin.
 
Îro jî li Hewlêrê êrîş pêk çêbû.
 
Ev êrîşên li Rûdawê tên kirin ne nû ne. Beriya heyvekê li Hewlêrê peyamnêra me Rengîn Şêro di wextê şopandina xwepêşandanê de di weşana zindî de rastî êrîşê hat.
 
Îro jî li Hewlêrê êrîşekî nerind pêk hat.
 
Gefxwarin û tacîzên li dijî peyamnêrên me yên Enqere, Stenbol û Amedê jî didomin.
 
Tora Medyayî ya Rûdawê; Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kantonên PYDê ve Hikûmeta Tirkiyeyê ji silametî û ewlehiya peyamnêrên be berpirsiyar dibîne.
 
Ji xeynî vê jî, em bangê li azadîxwazên di nav PKKê de, li rêxistinên navxweyî û derveyî yên sivîl dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.
 
Ji bo parastina karmendên me, em sipasiya welatiyan û hêzên ewlehiyê dikin.
 
Em baweriyê didin temaşevan û xwendevanên xwe ku Rûdaw dê bi Kurdistanîbûna xwe, ji hemû partî û aliyên siyasi dûr xebatên xwe bidomîne.
 
Tu hêz û tundî nikare Rûdawê asteng bike!
 
Tora Medyayî ya Rûdawê
Başûrê Kurdistanê / Hewlêr
08.10.2014

Back to top button