Civak
Demirtaş fêrî Kurdî bû û nameya yekem nivîsand

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, nameyek ji Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan re şand û silav li hemû nivîskarên Kurd kir.
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan bi boneya “15ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî” li ser navê nivîskarên Kurd kartpostalek ji Demîrtaş re şandibû.
Demirtaş ê ku li Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê dimîne, bersivnameya xwe bi Kurdî û zaravayê Kurmancî nivîsand.
Demîrtaş berî têkeve girtîgehê nikarîbû bi Kurdî binivîse û di hevpeyvînek xwe de gotibû ku ew li girtîgehê rêzimana Kurdî dixwîne.