Dadgeha Îranê 50 milyar dolar tazmînat li Amerîkayê birî

Dadgehek Îranê biryar da ku ji ber kuştina General Qasim Silêmanî divê hikûmeta Amerîkayê nêzîkî 50 milyar dolar tazmînat bide Îranê.
Ev biryar nêzîkî çar salan piştî kujtina Fermandarê Hêza Qudsê berpirsê operasyonên derve yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî Qasim Silêmanî hat girtin.
Wek tê zanîn, Qasim Silêmanî di 4ê Çileya 2020an de di encama êrişa firokeyên Amerîkayê de li Bexdayê hatibû kujtin. Serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump ragihandibû ku wî ev êrîş wek bersivdayîna êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîka yên li Iraqê pêk aniye.
Li hember vê yekê, Îranê bi mûşekan êrîşî baregehên ku leşkerên Amerîkî lê diman kir. Li gor nûçeya ajansa Mizan Online ya girêdayî meqamên dadweriyê, “Li ser gilîkirina 3 hezar û 318 welatiyên Îranê, Dadgeha Tehranê biryar da ku bi giştî 49 milyar û 770 milyon dolar ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve wek ziyanên madî û manewî bê dayîn”.
Li gor nûçeya Mîzanê, dadgehê 42 kes û rêxistinên cuda sûcdar dît ku di nav wan de Donald Trump û rayedarên rêveberiya wî jî hebûn.