Nivîsar

Kesên ji xwere dibêjin “rewşenbîr“

Siyasetmedar û nivîskar Suleyman Akkoyun çend taybetmendiyên kesên li bakurê Kurdistanê ji xwere dibêjin Rewşenbîr“rêz kirine…

Eger em hinek taybetmendiyên bingehîn ên wan kesên ku li Bakurê Kurdistanê ji xwe re dibêjin “rewşenbîr” rêz bikin;

1-Hem ji dewletêr e hem jî ji PKKê re melaqiyê dikin, bi gîştî ji PKKê re dikin.

2- Ji bo pêşî li rexnegirtinê bigirin, xwe wekî rexneyan dikin didin nîşandan.

3- Ew wekî kes ne tu tişt in û ji aliyê tu kesî ve cidî nayên girtin;

Ji bo cidî bên girtin, gelek caran di bin navê “saziyek” de kom dibin an jî “însiyatîfekê” ava dikin;

Bi israr dibêjin “dema yekîtiyê ye” û têkoşîn li ber çavan bê girtin; Ew bi berdewamî bang dikin û kampanyayên îmzeyan organîze dikin…

4- Dema lêpirsîna PKK’ê dest pê dike, firsendê dibînin û bi qîrîna “hemû Kurd birayên hev in û divê bibin yek” dixwazin pêşî li lêpirsînê bigirin.

5- Di heyamên navberê de her çiqas lawaz be jî PKK-ê rexne dikin;

Dema ku hilbijartin nêzîk dibin, çîrokên “yekîtiyê” dixwînin;

Yên ku kursîyekê digrin wek alîgirên Apo yên çil salî tên qutkirin, yên ku nikarin kursîyekê bigrin jî vedigerin destpêkê û xwe rexne dikin.

6- Ji bo derketine di televizyonan de, xwe hiltavêjin .

7- Ji bo ku behsa wan bê kirin û ji bo ku nivîsên wan bên çapkirin, pir dixebitin.

8- Her çiqasî gelek caran hatine îxrackirin an jî wek “xayin/ajan” hatin îlankirin jî, her tim li PKK’ê lavayî dikin û li bendê ne ku bên efûkirin û cardin ji aliyê PKKê ve bêne qebûlkirin.

9- Ji ber ku ew wek mirov westiyane û xilas bûne, her roj hewl didin ku bi axaftineke nû balê bikşînin; tu bihayekî nadin derew û şaşiyên xwe.

10- Ji ber ku yên kevin xira bûne, her dem di karên nû de bi hilgirtina çend navên nû îmaja xwe nû dikin…

Bê şik li ser kesên ku li Bakurê Kurdistanê wek “rewşenbîr” navên wan derbas dibin, gelek neyînîyên din jî têne rêz kirin. Lêbelê, taybetmendiyên ku hatine kifşkirin bes in ku meriv fêm bike ka pirsgirêkên wan ên exlaqî û kesayetî çiqas giran in…

Suleyman Akkoyun

Back to top button