Cîhan

DYE û Swêd ‘Peymana Hevkariya Paraztinê’ îmza kirin

Ji ber zirt û gefên Rûsyayê, desthilatdariya Swêdê dixwaze rojek berî rojekê bibe endamê NATOyê da ku li hember Rûsyayê bi tenê nemîne. Berî ku Swêd bibe endamê NAToyê, têkilî û hevkariya xwe û Amerîkayê xurttir dike û xwe dixe ewlehiyê.

Wezîrê Paraztina Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Paraztina Swêdê Pal Jonson li Washingtona paytextê Amerîkayê Peymana Hevkariya Paraztinê îmza kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) Austin û Jonson li Pentagonê civiyan û li ser mijarên ewlehî û paraztinê axivîn. 

Bi îmzakirina yekemîn Peymana Hevkariya Paraztinê ya di navbera Amerîka û Swêdê de, her du wezîr li ser xurtkirin û berfirehkirina hevkariya xebata di navbera Swêd û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li hev kirin. Austin û Jonson bal kişandin ser girîngiya berdewamiya piştevaniya ji bo Ukraynayê.

Wezîrê DYE piştgiriya xwe ji bo pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê dubare kir. 

Bi peymana ku hat îmzekirin de, ji bo bicîhkirina hêzên Amerîka li Swêdê rêziknameyên wek statuya hiqûqî, şandina alavên leşkirî, bac û gumrik hatin diyarkirin.

Back to top button