Li Geverê guran êrîşî kerîyê mîhan kir û 65 mîh kujtin

Li gundekî Geverê guran êrîşî keriyê mîhan kir û 65 mîhên ducanî qetil kirin.
Li Deşta Pancarê ya 10 kîlometre dûrî gundê Agirguveç a Geverê, bi şev guran êrîşî keriyê mîhan kir. Gurên ku 65 mîh qetil kirin, bi hevkariya gundiyan dev ji kerî berdan û dûr ketin.
Li gor nûçeya ajansa DHA, xwediyê keriyê mîhan Aydin Çelîk ê ku yekane debara wan sewalkarî ye, gotiye ku “Dema me pezê xwe diçêrand, guran êrîş kir. Me hawara xwe gihand gundiyan. Ji ber ku tarî bû me nekarî keriyê xwe bijmêrin û nekarîn tesbît bikin ka çend pez mirin. Serê sibê dema şewat derket, em bi gundiyan re li ser hespan vegeriyan deştê. Me dît ku nêzîkî 65 mîh li vir telef bûne, hemû mîh ducanî bûn, berxên wan di zikê wan de bûn. Ev kerî tenê çavkaniya debara me ye, ez dixwazim ku rayedar piştgiriyê bidin me “.