Demirtaş: Em zimanekî fermî, alayek û paytaxtekî nû naxwazin

Serokê Gişitiyê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahattin Demirtaş li Amedê tevlî panelekî li ser mijara ”Çima Makezagonekî nû” bû û di civînê de got: Derd û daxwazên me yên li ser paytaxt, ala, sînor û zimenekî fermî nîne. Em zimanekî fermî û paytaxtekî nû û alayek naxwazin.
Serokê Gişitiyê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahattin Demirtaş da zanîn ku civata Tirkiyeyê pirzimanî û pirçandî û pir bawerîne ji ber vî jî makezagonekî nû pêwîste.
Demirtaş di panelê de îdia kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan xwedî ferasetek di dewra padîşahiyê ye.
Demirtaş diyar kir ku digel vê ferasetê ne mimkûne ku li Tirliyeyê makezagonekî nû bihête nivîsandin û hikumata AKP li paş Kenan Evrenê ma ye.
Demirtaş wiha berdewam kir: AKP dibêje ku emê nahêlin li ser 3 xalên ewil ya makezagona Tirkiyeyê guhertinek bihête kirin. Dema ku em daxwaza guhertinên zagonê dikin hîn kes biqestî berevajî dikin û weka ku em dibêjin, Dewleta Tirk ji komariyê derkeve, zimanê fermî bigûhere, ala û paytaxta wê bihête guhertin. Lê divê her kes bizane derdên me yên li ser wan xalan nîne.
Divê her kes bizane pirsgirêkên me yên li ser paytaxt, ala, sînor û zimanê fermî nîne.