Ehud Barak partiyekî nû saz dike
Wezîrê Parastina Îsraîlê Ehud Barak îro îlan kir ku êdî ne di Partiya Karkerên Îsraîlê de ye.
Barak civînekî çapemeniyê lidarxist û biryara xwe di ji parlamentoya Îsraîlê re ragihand.
Berak 4 parlamenterên ji Partiya Karkerê Îsraîlê digel xwe bir û daxuya kir ku di parlemetoyê de li ser navê Partiya Serxwebûnî grûbekî çêkin û destpê xebatên xwe yên rêkxistinkirî bikin.
Barak partiya xwe ya nû weka ‘’Di navendê de Sîyonîst û Demokratîk’’ tarîf kir. Barak li ser armancên xwe jî got: Xebatên me li ser esasên serxwebûniya Îsraîlê ye.
Alîkarê Barak Matan Vilnaî jî ji bo Partiya Karkerên Îsraîlê got : Êdî rewşa gruba meclîsa me nehatîbû pejirandin. Di her civînê de kî li ba we ne yan jî kî li hemberê we ne nehatîbû zanîn.
Di parlementoya Îsraîlê de 120 sandelî hene. Partiya Karkerên Îsraîlê jî xwedî 12 sandelî bûn le piştî Barak û 4 parlementerên din di parmentoyê de tenê 8 sandeliyê wan ma ye.
Hate îdia kirin ku îstîfayên Partiya Karkeran dewam bike.
Ehud Barak di navbera salên 1999 û 2001’an de Serokwezîriya Îsrailê kir. Barak 68 saliya û ew leşkerek berê yê Artêşa Îsraîlê ye.