Malikî û Salih li ser hinartina nefta Kurdistanê bo derve li hev kir
Îro 17.01.2011ê li bjarê Bexdayê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Nurî Malkî serokê hikûmeta Îraqê civiyan û di civînê de rewşa siyasiya Îraqê, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa hinartina nefta Kurdistanê bo derve gotûbêj kirin. Serok wezîrê Îraqê tekîd kir ku divê hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê, di çarçoveyê berjewendîya Îraqê û lihevtêgihiştina hevbeş bihêne çaerser kirin û Mlikî got: Tu arîşeyên mezin di navbera hikûmeta îraqê û herêma Kurdistanê de nînin, eger pirsgirêkek hebe jî ew dê bi rêya diyalogê bê çareser kirin.
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axavtina xwe de got ku herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê û sîstema wê ya destûrî, serkeftina herêma Kurdistanê serkeftina hemû Îraqê ye. Salih daxaza serkeftinê bo hikûmeta nû ya Îraqê xwast. Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ew yek jî got ku Hewlêr û Bexda dikarin hemû pirsgirêkên xwe li gor destûrê çareser bikin.
Her du alî li ser çareserkirina kêmasiyên budceya Îraqê rêkeftin ku di demeke nêzîk de aliyên peywendîdar ji wezareta darayî ya îraqê û herêma Kurdistanî lid or verastkirina pirojeqanûna budceya Îraqê bicivin. Salih û malkî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê li ser esasê parastina berjewendiyên xelkê Îraqê, îstîqrara emnî û geşepêdna welêt Bexda û Hewlêr hevahengî û karên hevbeş bikbin.
Di civînê tekîd hat kirin ku di destpêka meha şiwatê de nefta herêma Kurdistanê bo derve bihête hinartin û beşa herêmê jî ji nefta reş dabînkirina pêdawîstiyên şirket û pirojeyên berhenanînê ye. Weke tê zanîn Hisên Şehristanê cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê, wezîrê nefta Îraqê, wezîrê derametênxwezayê yê herêma Kurdistanê, wezîrê xandina bala, wekîlê wezîrê darayê yên herêma Kurdistanê û rêvebirê ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civînê de amade bûn. Pştî civînê serokwezîrê Îraqê û yê herêma Kurdistanê di preskonferensekê de behsa encamên civîna xwe kirin. di destpêkê de Nurî Malkî got:
– Me bi kêfxweşî ve pêşwazî li şandeya herêma Kurdistanê ya bi serokatiya birêz Dr. Berhem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê kir. Me di civîna xwe de ew pirsên pêwîstî bi minaqeşe û çareseriyê hebûn gotûbêj kirin. Yek ji destkeftiyên me bides anîn, ku destkeftiyekî mezin e, peywendî bi neft û hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derve û têkelkirin adahatiniyê wê digel dahatiniyê Îraqê bû. Civîn di atmosferekî baş de derbas bû.
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji hikûmeta nû ya Îraqê re xwast û got:
– Me di civîna îro de destketiyên emzin bidest xistin. Herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê û serkeftina herêma Kurdistanê serkeftina hemû Îraqê ye. Şaresrkirina pirsa neftê û pirsên din li gor destûrê dê xizmeta berjewendiyên Îraqê û îraqiyan bike.