
Rojnamevan Nagehin Alçi dibêje ku; “Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê vê hefteyê bê berdan.”
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 9 sal in girtî ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin û xwest ku were berdan.
Rojnamevana naskirî Nagihan Alçiyê li hesabê xwe yê Xê ev tişt gotin:
“Ez dinêrim ji doh ve tê axaftin… Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên min ên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan…”


