Civak

Demirel pişgiriya Ergenekonê kiriye

Li Tirkiye rojane kasetek ya dengê hinek kesayetên girîng di malperên internetê de tê belav kirin û li gor wê jî gelek caran hinek bûyerên bi salan weşartî eşkere dibin. Serokê CHP-ê Denîz Baykal di encama kasetek bi vî awayî hatî blav kirin ji dest karê xwe kişandi bû.
 
Niha jî di malperekî de kasetek ya dengê serokkomarê kevin Suleyman Demirel hatiye belav kirin. Di beşek ya kasetê de Demîrel gelek vekirî pişgiriya hinek endamên rêxistina Ergenekonê dike. Heta beşek ya kasetê de Demîrel xwestiye jina xwe bikuje û ji bo vê jî arîkarî ji girtiyê doza Ergenekonê Dr. Memet Haberal xwestiye.

Niha çave herkesî lêye ku, ka gelo dê dozgerên doza Ergenekonê rêve dibin, wê vê kasetê wek delîlekî qebûl bikin û di derbarê Demîrel de doze vekin yan na?

Back to top button