Polîtîk

Pirsa yekgirtina pêşmerge û prastina sînoran behis kir

Îro li Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li general Oderno fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Îraqê kir.

Di dîdarekê de her du aliyan pirosesa pêkanîan hikûmeta nû ya Îraqê di çarçoveyê destûra daîm de gotûbêj kir. Serokê hikûmetê û fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Îraqê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû pêkhatên Îraqê beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin û hemû alî bi ruheke welatparêzî û dûr ji berjewendiyên şexsî arîşeyên xwe şareser bikin û hikşmetê di dema qanûnî de ava bikin.

Yekgirtina hêzên pêşmerge weke beşek ji sîstema bergiriya Îraqê û hevkariya hêzên hevpeyman di pirosesa yekgirtinê de mijareke din ya dîdara navbera Barzanî û Oderno bû.

Her di dîdarê de, li dor parastina emniyeta sînorên herêma Kurdistanê digel Îran û Tirkiyeyê jî minaqeşe hat kirin û tekîd li ser serbixweyî û serweriya axa Îraqê di çarçoveyê qanûnên navdewletî de hat kirin.
Back to top button