Cemal BATUN Pirsa Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ev demek e bi destê Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî hatiye ber platformên neteweyî û navneteweyî. Di hevpeyvîna xwe ya dawî di telewizyona Al Jazira de, Serok Barzanî diyarkir ku – helwêsta Kurdistanê ji bo serbixwebûnê li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerika Washingtonê, herweha li navenda Yekîtiya Ewrûpa Brukselê jî hatiye ser mêzê. Her du navendên siyasî yên herî girîng ên cîhanî jî: rêza xwe ji bo helwêsta Kurdistanê û serkirdayetiya wê ya siyasî / civatî re anîne zimên. Axaftin tenê li ser dem a konjukturî hatiye kirin. Serokê Kurdistanê diyar dike ku di mehên payîz a sala me de: referendum ji bo Serxwebûna Kurdistanê were ber îradeya mîllî li Kurdistanê û cîhan dive rêzê ji bo – vîn û îradeya gelê/n Kurdistanê bigre. Ya di rastiyê de jî ev e: Netewe/kêmnetewiyên Kurdistanê dive gotin û îradeya xwe ji bo pêşeroja xwe bibêjin. Ger dewletên demokratîk xwedîtiyê li nirxên demokrasiya gelamper bigirin, dive rêz û hurmetê ji bo îradeya gelê/n Kurdistanê jî bigirin. Ger dewletên islamî, misqaleyek brayetiya olî/herêmî/drawseyî li ba wan hebe, dive rêz û hurmetê li îradeya gelê/n Kurdistanê bigirin.Ger serbixwebûn, maf li ser pêşeroja xwe, mafek cîhanî yê mirovetiyê be, mafê neteweyê/n Kurdistanê jî, wekî her neteweyî ya biryarê li ser pêşeroja xwe heye. Welatên dagîrkerên Kurdistanê, navendên dagîrker nikarin li ser pêşeroja Kurdistanê xwedî biryar / gotin bin. Dive rêz bi qet tu awayî li hest û helwêsta wan : ji bo pêşeroja Kurdistanê neyête berçav girtin. Ger Tehran û Enqere bi rêya hin alîgirên xwe di nav “tevgera” Kurd de, gûmanan li pêş îradeya Kurdistanê ji bo pêşeroja xwe derbixe pêş, dek û dolaban bilîze, Milletê Kurd / Kurdistanê dive qet rê nede gotina alîgirên siyaseta dagîrkeran li Kurdistanê ku xwedî bandor bin!Wekî ku her neteweyek / civatek / kesayetiyek- pergala dewletê ji bo pêşkeftina xwe ya di her ware jiyanê de bîngeh bikar aniye, ev mafê kesayetî / civat / neteweyê Kurd e jî! Kurd ne ji Ereban,ne ji Tirk û Eceman kêmtir in! Kurd/Kurdistan tenê di nav pergala dewleta xwe de, dikarin hebûna xwe, zimanê xwe, tor û edetên xwe, nirx û ala xwe, zanîn û dîroka xwe, dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd biparêzin û pêşve bibin! Dewletbûn mezintirîn deman a parastina kesayet/civat/netewe û welatê Kurdistanê ye. Deman a ewleyî ya kesayetiya Kurd û welatê Kurdistanê ye.Stockholm: 17 Nîsan 2016