Nivîsar

Dema dewleta te tuneb be..!

Li vê cîhanê hemî şer û pevçûn ji bona azadî û serxwebûna her miletekî tê dayîn ku bibin xwedî dewleta xwe.

Bûbê Eser

Miletê bê dewlet dijîn û bijîn, nabin xwediyên xwe û tu tiştekî. Wê ji xwe dûr, ji adet û toreyên xwe dûr, weke kerr û lalan bijîn. Ne dengê azadiyê dibihêzin ne jî xweşiya mirovahiyê dibînin.

Dema dewleta te tunebe;

Hebûna te tuneye, zar û zêçên te tune ne, Namûsa û şerefa te di bin nigande ye; çi demê dagirker bixwazin tecawizî, jina te, dayika te, xuşkên te dikin. Heger em li dîroka xwe binerin em ê bibînin ku bê dagirkeran çawa destdirêjahiya namûsa me kirine. Lê divê em vê jî bizanibin ku namûs ne tenê jin e. Erd û  welat jî namûs e.

Dema dewleta te tunebe;

Perên te dê tunebin, azadiya te wê tunebe û tê nikaribe li welatê xwe weke tu bixwazî bijî. Ji ber ku dagirkerên te, jiyanê weke ew dixwazin didin te. Çi demê bixwazin pere û azadiya te jî ji te digire.

Dema dewleta te tune be;

Dewlemendiya sererd û binerdên welatê te, dagirker weke dixwazin, bê ku ji te bipirsin bi kar tînin. wê hebûnê ji te digirin û ji bona dewleta xwe û miletê xwe bi kar tînin.

Dema dewleta te tune be;

Tu ne tu ye. Ji ber ku nahêle ku tu weke xwe bijî. Zimanê te, ji devê te derdixe û yê xwe di devê te de bi cih dike. Dema tu bi zimanê dagirkeran jî axifî tê jî bibe weke wan ango bibe ew.

Dema dewleta te tune be:

Çand û kultura te, ji te didize û wan dike yên xwe ku tu nikare çanda xwe biparêze û xwedî lê derkeve. Çi dema te çanda xwe neparast an nikarîbû biparêze, êdî jixwebûnê dûr dikeve. Tu êdî xwe weke miletekî din û çanda xwe jî weke ya wî miletê dizane.

Dema dewleta te tune be;

Tu weke netew nikare bijî û tê tim weke koleyên serdestê xwe bijî. Heger em li dîroka gelê xwe û ya cîhanê binerin, miletên bê dewlet tim jî bûne xizmetkarên serdestên xwe.

Ji ber vê ye ku xwedî dewletbûn girîng û pêwîst e. Yên ji te re û ji xwe re dewletê naxwazin, dixwazin ku tu weke rewşa li jor hatine nivîsîn bijî. Ji wê re jî ne jiyan, koletî tê gotin.

Heger tu naxwazî bi rezaletî û weke koleyên serdestê xwe bijî, divê tu jî weke her miletekî bibe xwediyê dewleta xwe. Dewlet xwedî li milet û li însanên xwe derdikeve ku tade û zilm lê neyê kirin.

Bê dewletî mirin e. Heger tu naxwazî weke saxê mîrî bijî divê tu ji bona damezrandina dewleta xwe kar bike. Yên dewletê ji bona te naxwazin, divê tu bizanibe ku ew dijminê te û pêgirtê dagirkerên te ne.

Dewlet bav e. Heger tu naxwazî bê bav û sêwî bijî, divê karê te ê sereke bibe ji bona damezrandina dewleta te. Heta tu nebe xwedî dewleta xwe, tê nebe xwediyê xwe tû tiştan. Ji ber ku yên te dagirkirine dê wê firsetê nedin te.

Bê dewlet mirin e, heger tu naxwazî her roj bimre, divê tu carekê ji bona damezrandina dewleta xwe bimre ku zarok û neviyên te li ser erda xwe bi azadî bijîn. Li vê cîhanê hemî şer û pevçûn ji bona azadî û serxwebûna her miletekî tê dayîn ku bibin xwedî dewleta xwe.

Ji ber vê ye ku ev zêdeyî sed salan e, Kurd û bi taybetî Barzanî ji bona bibin xwedî dewleta xwe li herçar perçên Kurdistanê şerê ji bona damezrandina dewleta kurdistanî her berdewam e. Heger tu bixwazî weke netew, weke kurdekî bijî, divê tu bibe xwedî dewleta xwe. Yên ji bona te dewletê naxwazin, dixwazin ku tu tim weke koleyên xelkê bijî.

Heta Kurd nebin dewlet

Nikarin bibin xwedî keramet

Wê tim bindestbin weke milet

Nabînin ronahiyê ebet.

 Bûbê Eser

Back to top button