PolîtîkRojev

DEM: Em tu cara xwe fesih nakin..!

Partiya DEMê îdiaya Serokê BBPê Mustafa Destici ya ku digot Partiya DEM dê xwe hilweşîne, bi daxuyaniyek nivîskî red kir. Di daxuyaniya Partiya DEMê de wiha hat gotin: “Partiya DEMê têkoşîna gel ji bo wekhevî, azadî, demokrasî, edalet û aştiyê temsîl dike. Ew îradeya bi mîlyonan kesan e. Ne nîşanek e, ne jî demkî ye.”

Serokê BBPê Mustafa Destici berê îdia kiribû ku Partiya DEMê dê xwe hilweşîne û gotibû: “Ne tenê PKK, lê PJAKê li Îranê jî dê xwe hilweşîne. HSD, YPG û li Sûriyeyê jî dê xwe hilweşînin. Heta ev Partiya DEMê li Tirkiyeyê jî. Ji ber ku ew jî partiya PKKê ye. Ew ê xwe hilweşîne, terorîzmê şermezar bike û partiyek nû ava bike.”


Partiya DEMê bi daxûyaniyekî ev yek red kir. Di daxuyaniyê de tekez kir ku partî bi dayîna bedelên giran û bi têkoşîna bênavber gihîştiye vê astê û tekez kir ku armanca wan ew e ku aştî û demokrasiyê ji bo 86 mîlyon welatiyan ava bikin.

Daxuyanî wiha domand: “Dev ji hewldana astengkirina rêya me bi derew, tahrîf û buxtan berdin. Em partiya xwe hilnaweşînin. Em li cihê xwe dimînin û meşa me bi biryardarî berdewam dike. Em ê tu carî paşve gav neavêjin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Şîreta me ji we re ev e ku hûn bibin berdevkê aştî û demokrasiyê, ne dijminatiya li dijî Kurdan, şerxwazî, gotinên nefretê, nijadperestî û zîhniyeta şerê taybet rêvebibin.”

Back to top button