DEM daxwaziya hevdîtinê li PDKê dike!
Şandeya DEM Partiyê, li Herêma Kurdistanê di çarçoveya bê serdanê de bi hinek partiyên siyasî re gelek hevdîtin pêk anîn.
Şandeya DEM Partiyê ya li Herêma Kurdistanê dibêje: “Me daxwaz ji YNK û PDKyê kiriye ku bicivin lê ti bersiv nedane.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysala ku di nav şandeya DEM Partiyê de cih digire li ser serdana xwe ji Rûdawê re axivî.
Newroz Uysalê derbarê sedema serdana xwe got, “ Şandeya me niha wekî mijara yekem li ser şerê ku niha li Kurdistanê çê dibe niqaş dike.
Pirsgirêka kurd, rewşa birêz Ocalan a li îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka Jurd jî tê nîqaşkirin.
Girîngiya wê yekê ew e ku li Başûrê Kurdistanê çi dikare were kirin.”
Newroz Uysalê diyar kir ku “Me daxwaza hevdîtinê ji gelek aliyên siyasî re şand û em dê bi kesên ku daxwaza me qebûl bikin re hevdîtinê bikin.”
Herwiha Uysalê ragihand ku ew dixwazin nerazîbûnên xwe yên li ser pirsgirêka Abdullah Ocalan di asta navneteweyî de ragihînin û bikin pirsgirêkeke neteweyî.
“PDK û YNKyê bersiv nedane”
Li ser hevîtina bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Newroz Uysalê wiha anê ziman:
Me daxwaz ji wan re şandiye, lê heta niha ti bersiv tine. Niha em li bendê ne ku roja civîna me ya li gel YNK û Goranê li Silêmaniyê were diyarkirin.”
Li ser pirsa Rûdawê ya “Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikarin li ser vê mijarê çi bikin?” Newroz Uysalê wiha bersiv da:
“Bê guman dikarin gelek tiştan bikin. Wekî mînak vê bikin rojev, dikarin beşdarî kampanyaya ku îro li 185 welatên cîhanê, li başûr jî di nav de, tê lidarxistin, bibin. Bi nivîs, peyam, pirtûk û meş, çalakî û gelek tiştên din.”
Derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî, parlamenterê DEM Partiyê got ku ewê di hevdîtinên xwe de tekezî li ser vê mijarê bikin. (Rûdaw)
Di siyasetê de jî wek her awayê jiyanê etîkek heye,gelek cara behsa ehlaqê siyasetê jî tê kirin. Lê deme mirov berê xwe dide DEM/PKKê bi tu awayî vî ehlaqî nabîne. Heyeta DEMê hatiye başûrê Kurdistanê û hewldide li gel partiyên siyasî hevdîtina bike. Heta niha bi tenê hevdîtin partiy û rêxistinên taşeron yên ku, PKKê li başûr avakirine hevdîtin kirine. Wek dibêjin, daxwaziya hevdîtinê ji PDKê,YNKê û Tevgera Goran jî kirine. Lê eve 4 rojin bersiva wan nedane.
Niha ji berî her tiştekî, YNK li başûr pişgiriya PKKê dike, lê her gavê dikare ji dev vê helwesta xwe berde. YNK bi akilek sivik PKKê li dijê PDKê bi kar tîne. Lê dê roj werê YNK hêdî nikare xwe ji vê belayê xilas bike. Ji berî niha demekî gelek dirêj PDK jî vê pêvajoyê re derbas bû. Lê PKKê her gava ku avêtin xiyanet li himber PDKê kir. YNK dikare hevdîtinê DEMê re bike, lê gelo dê çewe be ev pirsa wane.
Dema DEM behsa PDKê û hevdîtina bike, gerek ji berî hertiştekî ji bo hemû kiryarên,daxûyaniyên dijminane, gotinên wek xiyanetê doza lê borînê ji PDKê bike. PKK rojane di medya xwe de PDKê bi xiyanetê û hevalbendiya Tirkan itham dike, parlementer û berpirsên DEMê jî tevlî van propagandeya PKKê dibe û li dijê PDKê rojana li bakurê Kurdistanê û ewropa xwepêşandana dikin. DEM bê ku şermê bike serok Barzanî bi hevaltiya Bahçelî itham dike û di vê derbarê weşana dike. DEM beşek ji siyaseta PKKê ye. DEM daxûyaniyên dijê PDKê de xiyanetê li rêya dewletbûna Kurda dike.
Newroz Uysal bi xwe van tiştan baş dizane,lê mixabin ew bi xwe jî piyonekî ya PKKê bi xwe ye. Nabe tu dijminatiya aliye siyasî bikî û bi hemû awayî wan dijminê xwe yê sereke îlan bikî û bi xiyanetê itham bikî û roja din wek tiştek nebûye doza hevdîtina bikî. Cihê vê helwesta we di ehlaqê mirovatiyê de tuneye. Weşana PKKê rojnama Yenî Yaşam ku bi zimanê tirkî weşanê dike, weneyek serok Barzanî û Dewlet Bahçelî belav kirîbû(wene bi montaj kirîbû) û nivîsek li ser hatibû nivîsandin. Gelo parlementera DEMê Newroz xanim dikare wateya vê yekê bêje?
DEM vê carê xelet dileyze, tu xizmeta çepên Tirkên Kemalîst bikî û bi devê wan erîşê PDKê û nirxên Kurdistanî bikî nabe. Yan hunê Kurdbin û wek Kurdistaniya tev bigerin û xwe wek partiyek Kurd bidin nasandin yanjî heta hetayê hunê pîyonên çepên Kemalist bin..