DYA êrîşa li ser Girên Golanê şermezar kir
Amerîkayê êrîşa bi roketan a li ser bajarokê Mejdel Şems a li Girên Golanê yên di destê Îsraîlê de şermezar kir û ragihand ku li dijî rêxistinên ku Îran piştgiriya wan dike, Hîzbullah jî di nav de ye, “Her cure piştgirî dê ji Îsraîlê re bê dayîn.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê rayedarekî Qesra Spî ve ji medyaya Amerîkayê re hat dayîn de hat diyarkirin ku rêveberiya DYA yê êrîşa ku mijara gotinê ye şermezar kiriye.
Di daxuyaniye da ev erişe weki hovane hat binavkirin û wiha hat gotin: “Piştgiriya me ya ji bo ewlekariya İsraile ya li hemberi hemû grûben teroristen ku İrane piştgiriye didin wan, ku Hizbullaha Lubnan di nav wan da ye, çebû ye.”
Êrîşa Magdel Şems
Di êrîşa li ser bajaroka Mejdel Şems a li Girên Golanê yên di bin destê Îsraîlê de ye, roketek li qada futbolê ket, di nav de zarok jî hebûn 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran 24 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Berdevka Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîş ji teref Hizbullaha Lubnanê ve li gor nirxandina rewşê û encamên îstixbarata berdest hatiye kirin.
Tevgera Heşda Şeibî îdiayên ku dibêjin êrîşa Mejdel Şems ji aliyê wan ve hatiye kirin, red kir.