Netenyahu: Ewê berdelek mezin bidin ki, heta niha nehatiye dîtin!
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu der barê êrîşa li ser Girên Golanê de axivî û got, “Hîzbullah dê berdêlên giran ên ku heta niha nedaye bide.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku, wê Hizbullah a Lubnanê berdêlên giran bide ji ber êrîşa li ser Girên Golanê ku di encamê de 10 kes hatin kuştin.
Hizbullaha Libnanê li devera Girên Golan êrîşê li qada futbolê ya li bajarokê Mejdel Şemsê ku piranî Durzî lê dijîn kir û di encam de 10 kes hatin kuştin . Îsrail Hizbullahê berpirsiyarê vê êrîşê dibîne.
Netanyahu got, “Îsraîl vê êrîşa kujer li aliyekê nanivîse. “Hizbullah dê berdêlek giran bide ku berê qet nedaye.”
Dema ku Îsraîl Hizbullahê sûcdar dike; Li aliyê din Hizbullahê parast ku ew îdiaya ku êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin û ti têkiliya wan bi bûyerê re tune ye, Hizbullah red dike û dibêjin ku, wan ev êrîş nekiriye.