Cîhan

Erdogan:Me ew vexwend, nehat pêwîst e lêborînê ji me bixwaze

Serokkomarê Tirkiye Erdogan serokê Filistinê Mamhmut Abas vexwendibû Tirkiye. Lê Abas dema hatî kifşkirin de nehat û herweha tu bersivek jî neda. Li ser vê yekê Tayib Erdogan daxûyaniyek da û got: Me birêz Abas vexwand lê nehat,lêborîn jî nexwest. Divê lêborînê bixwaze ,em li bendêne emê binêrin ka dikre were yan na.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Rîzeyê di Civîna Saziyên Sivîl û Nûnerên Sektoran de axivî.

Erdogan got, “Hinek partiyên siyasî dibêjin bila hikûmet Serokomarê Filistînê vexwîne Tirkiyeyê û li Meclîsê biaxive.” Di vê derbarê de Erdogan bertek nîşan da û got: “Birêz Abbas ku tevî me vexwendibû nehat jî, divê pêşî lêborînê ji me bixwaze. Me ew vexwend lê nehat. Em li bendê ne, em bibînin ka ew dikare were. “Dibe ku were yan jî nebe, lê em tiştên ku divê li ser navê gelê Filistînê û birayên me yên Filistînî bên gotin, li her derê, di her hevdîtinê de tînin ziman.”

Back to top button