Civak
Li Elihê bûyerekî de 4 kes mirin û du bîrandarin
Wesayeta ticarî li Êlihê ji kontrolê derket û ket nava mêvanên dawetekî. Li gor tesbîtên ewil di bûyerê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Êlih-Qubînê wesayîta ticarî ya sivik li peyayên ku ji salona dawetê derdiketin û dixwestin ji rê derbas bibin qelibî.
Di qezayê de Silêman O., Îlyas O., Denhîr O. û Sefa O. jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê yên lezgîn, polîs û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Cenazeyên 4 kesan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.