Polîtîk

DYA: Êrîş ji aliyê Hizbullaha Libnanî ve hatiye kirin

Koşka Spî diyar kir ku êrîşa bi roketan a li dijî qada futbolê ya li bajarokê Medel Şems a li Girên Golanê “ji aliyê Hizbullah a Lubnanê ve hatiye organîzekirin” û divê her kes êrîşê şermezar bike.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Adrienne Watson di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku êrîşkarê êrîşa duh Hizbullaha Lubnanê ye.

Têkildarî êrîşê Watson got, “Ev êrîş ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatiye organîzekirin. Ev rokêta wan bû û ji herêmeke di bin kontrola wan de hat avêtin. “Divê her kes vê êrîşê şermezar bike.

Watson bal kişand ser wê yekê ku ew bi rayedarên Îsraîlî û Lubnanî re di peywendiya nêzîk de ne, Watson tekez kir ku Amerîka dê piştgiriya xwe ya bênavber ji Îsraîlê re berdewam bike û ew jî ji bo çareseriya dîplomatîk li ser xeta Şîn dixebitin.

Rêveberiya Amerîkayê duh di daxuyaniya xwe ya ewil de êrîş şermezar kir, lê ti daxuyanî neda ku Hizbullah berpirsyarê êrîşê ye.

Back to top button