Nivîsar

Dê HDP çi bersiva Tifaqa Kurdistanî bide ?

Piştî ji bo hilbijartina Tifaqa Kurdistanî hate ava kirin , vê tifaqê xwest ku partiyên ku ji derê Tifaqê ne bibîne û hewl bide ku ew jî di va Tifaqa Kurdistanî de cih bigrin. Di vî çerçoveyê de serdana HUDA-PAR ê hate kirin li gel serokê HUDA-PARê civînek hate li darxistin. Herweha roja 4.5.2018ê serdana HDPê hate kirin û li gel hevseroka HDPê Pervin Buldan, şeredarê Mêdinê yê berê Ahmet Turk û hevserokî Kongreya Civata Demokratik Berdan Ozturk civînek hate kirin. Berpisên Tifaqa Kurdistanî ji HDPê daxwaz kirin ku ew jî tevlî vê Tifaqa Kurdistanî bibin.HDPê di vê derbarê de got ku, Ev Tifaq ji bo destxistina hinek mafan gavek giring e. Herweha berpirsên HDPê dan xûyakirin ku ewê demek nêzik de bersiva daxwaziya Tifaka Kurdistanî bidin.Wek gelek cara hatî gotin niha jî gelek vekirî dixweyê ku HDP di van pêwendiyên Kurdistanî de ne diruste. Çend asteng hene ku HDP nikarê biryarek serbixwe bide û bikeve nava Tifaqa Kurdistanî de.Çepên Tirk yên nava HDPê de naxwazin di nava Tifaqa Kurdistanî de cih bigrin, daxwaziya wan ew bû ku li gel CHPê di nava Tifaqa 4 partiyên Tirk pêkanin de cih bigrin. Lê ew nehatin qebûl kirin.HDP dixwaze di însiyatifa wan de hevkariyek çêbe û çend berbijêra bidin partiyên din yên kurd û di bin ala HDPê de wek hilbijartinên ji berî iha wan bixapîne.HDP xwe partiyek ya Tirkiye dibîne û tu cara naxwaze di Tifaqa Kurdistanî de cih bigre û Ala Kurdistanê bike sembola xwe.Lê tê zanin ku hinek parlementerên Kurd di nava HDPê de xwe Kurdistanî dibînin û dixwazin di Tifaqa Kurdistanî de cih bigrin. Lê daxwaziya wan têrê nake . Ji ber ku ew ne di cihê biryarê de ne.Li himber hemû tiştekî eger HDP prensibên Tifaqa Kurdistanî qebûl bike û di nava Tifaqê de cih bigre dê erênîbe. Lê HDP dewsa vê yekê dê hewl bide ku di nava aliyên Tifaqê de pêşkirkirina çend parlementeran nakokiyan derêxe.Dema HDP bersiva Tifaqê bide , dê pirs baştir bête têgihandin. 

Back to top button