Polîtîk

Dê di Rojhilata Navin de dewletek Kurdan jî hebê

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di daxuyaniyek ya xwe de behsa rewşa pêşeroja Kurdistanê dike. Barzanî dide xuyakirin ku dewletek kurdî li Rojhilata Navîn de bûye pêwistiyek.Di daxuyaniyek ya xwe de Mesrur Barzanî dibêje: Em hêdî dewletek Kurdî xeyal nakin û ragihandina dewletek Kurdî ji kesekî jî daxwaz nakin.Em lingên xwe didin erdê û ava dikin. Dê demek nêjik de li Rojhilata Navîn de dewletek ya Kurdan jî hebê.Mesrûr Barzanî dibêje:Ji bo hemû neteweyên ser vê erdê mafê wan ê serxwebûn û diyarkirina çarenivîsa xwe heye, tenê Kurd nebin? Gelo evna rewa ye? Dewleta Tirk û Îraniyan heye, 22 dewletên Ereban hene, vêca çima dewleta Kurdan jî nebe? Em ji vêna zêdetir daxwaz nakin û piştrast in jî ku dewleta Kurdî her tê damezrandin, lê ne merc e bi rêya şer be.

Back to top button