DosyaNivîsar

Daxwaz a serxwebûnê rêya mayîn û nemana pêşeroja miletê Kurd e

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Mustafa Özçelik bersiva pirsa Rojevakurd da û got:  Divê hemû partîyên başûrê Kurdistanê piştgirîya cenabê serok barzanî bikin. Ev dem demeke hesas e.Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin? Bersiv: Merheba Hevalên HêjaSpas ji bo pirsa we.Bersîva vê birsê bi kurtayî ez dikarim weha bînim ziman: SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊDÎ ZARÛRÎYETEKE HEBÛN Û NEBÛNÊ YÊHikûmata Bexdayê eve çend sale êdî ev statuya federalî ya li Kurdistanê jî ji Kurdan re zêde dibîne. Butçeya Kurdistanê nadê, pêwîstîyên pêşmerge pêk nayne û  maddeya 140ê pêk nayne, rê li ber peywendîyên Kurdistanê û cîhanê digire.Ango Bexda dixwaze Kurdan bi krîza abôrî bifetisîne. Ev  helwesta Bexdayê binpê kirina mafê federalîya Kurdistanê ye. Ji ber van sedeman êdî  Hikûmeta Kurdistanê  jibo bikaribe jiyanê hemwelatîyên xwe bidomîne, jibo bikaribe destkeftinên heyî biparêze û xwe ji vê qeyranê xelas bike, bes rêyek ji re maye ew jî serxebûn e. Bexda dibêje ‘’Yan tê vê rewşê qebûl bike,yan jî ezê bi ablûkaya aborî te bifetisînim’’. Lê Kurd ne mecbûrin vê qebûl bikin.Jiber vê jî em piştgirîa xebatên Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî  yên jibo referandûmê û ji bo serxwebûnê dikin.Êdî daxwaza serxebûnê ne bes daxwazeke sîyasî ye; herweha rêya mayîn û nemana pêşeroja miletê Kurd e jî. Divê hemû partîyên başûrê Kurdistanê piştgirîya cenabê serok barzanî bikin.Ev dem demeke hesas e. Di vê pêvajoya ku nexşeyên rojhilata navîn têne guhertin de, firsend hatîye ber derîê Kurdan jî; divê Kurd vê firsendê ji dest bernedin.Bi taybetî referandûma serxwebûnê divê zûtirîn wext bê lidar xistin.Divê hemû kurdên cîhanê piştgirîya cenabê Serok Barzanî bikin.Serxwebûna başûrê Kurdistanê dê bibe destpêka azadîya hemû parçeyên Kurdistanê.01.09.2016 Li gel rêz û silavên xweMustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button