Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, êvariya roja duşemê 05.09.2016ê, di peywendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Emar Hekîm ku weke serokê nû yê hevpeymaniya Niştimaniyê hatiye hilibijartin, kir.Bi minasibeta hilbjartina Emar Hekîm weke serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimaniya Îraqê, serokwezîr bi rêya telefone têkelî pê re deyna, ji kar û xebatên wî re hêviya serketinê xwest û piştgiriya xwe jî ji bo nîşan da.Her du aliyan tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyan bi awayekî ku di berjewendiya gelên Îraqê de be kir.Barzanî û Hekîm di peywendiya xwe ya telefonî de, rewşa emnî û siyasî, dawî pêşhatên cenga dijî terorê, qonaxa piştî binbirkirina DAÎŞê li Îraqê, paşeroja têkeliyên Herêma Kuridstan û hikûmeta Îraqa federal û gotûbêj kirin.
Pêş
06/09/2026
PWK encamên kongreya xwe ya duyemîn radigihîne
06/09/2026
Roja yekê ya şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî birêve diçe
Têkildar
Balkêş e ?
Close


