Daxuyaniyekî pêdivî ji medya kurdî re
Ez 01/ 10/ 2014 dema li Stembolê bûm, dostekî min bi navê HK ji Stockholmê telefonê min kir û got ku ”Navek bi yê te weke berpirsê malpera DAIŞê yê li Tirkiyê hatiye belavkirin…”
Dema min li malpra HAKSÖZ HABERê niherî, rast e ku nivîsek bi îmzeya ”Murad Med” hatiye weşandin û kesek bi navê ” Zeynel Abidin Kaya” weke berpirsê malpera DAIŞê weha daye nasandin:
”…Zeynel Abidin Kaya, PKK örgütü kıskacında!
Kaya’nın yıllar önce ikamet ettiği İstanbul-Ümraniye’deki evi, PKK’nın şehir yapılanması YDG-H tarafından twitter’da yayınlandı…”
http://www.haksozhaber.net/pkk-adres-vererek-olumle-tehdit-ediyor-52536h.htm
Wê demê min vê meselê nekir xem, lê îşev bi saeta Swêdê 19.30 xwarziyekî min ê ebûqat bi telefonê ez agahdar kirim ku ev mesele pir hatiye werpixandin û xasma jî hin kesên derdora min bi rastî bawer kirine ku ez berpirsê malpera DAIŞê yê Tirkiyê me.
Ez dixwazim vê agahdariyê pêşkêşê Medyaya Kurdî bikim:
1-Navê min û paşnavê min di nifûsa Tirkiyê de weha ye: ”Zeynelabidin Kaya.” Tarîxa ji dayikbûna min jî ev e: 04/ 02/ 1953. Lê ez di 1984an de dema ku li Swêdê bi cih bûme, min vî paşnavê ”Kaya” bi kar neaniye û paşnavê kurdî weke ZINAR bi kar aniye.
2-Ji 1986an ve heta niha, 121 pirtûk bi îmzeya min hatine weşandin û bi sedan gotarên min ên cihêbabet di kovar û rojnameyên kurdî û yên biyanî yên cuda de hatine weşandin. Bi dehan semîner û konferansên ku min li gelek welatên cuda dane, hemû bi navê min weke ”Zeynelabidin Zinar” hatine nasandin. (Biner lîsteya pirtûkên min : www.pencinar.se) Herweha ji ji 50 zêdetir ez beşdarê bernameyên televizyonên cuda bûne, tev weke ”Zeynelabidin Zinar” hatine belavkiirn.
3- Min bi navê xwe wek ”Zeynelabidin Zinar” çend gotar jî li dij terora DAIŞê weşandine.
4-Têkiliya min bi çu rengî ne bi rêxistina DAIŞê û ne jî gelşeke min bi PKKê re çêbûye. Herweha têkiliyeke min a siyasî bi rêxistineke dî ve tune.
5-Li gor daxuyaniya malpera navborî ku daye, ew kesê bi navê ”Zeynel Abidin Kaya” ku berpirsê malpera DAIŞê ye, ”…yıllar önce ikamet ettiği İstanbul-Ümraniye’deki evi…” (Ji berî gelek salan ve mala Zeynel Abidin Kaya li Umraniya Stenbolê ye), ez çu demê bi malîtî li Stembolê nemame.
6- Di vê dinyaya ku ketiye nava lepên teknîkê de û ku hin kes bi duezmaniya weke ya sed sal berê li ser vê meselê, min gunehbar dikin, bila ew ji polîsên Tirkiyê bipirsin, bila ew herin ba hin kesên ku teknîka Internetê jî dizanin bila navê min di programa Googleyê de bibînin ka ez (Zeynelabidin Zinar) kî me û min heta niha çi kar kiriye.
Hêvîdar in kesên dilnepak di nêv ruhniya rastiyê de reş û sipî jihev cuda bikin û kesên nezan jî zana bibin…
Stockholm 29/ 11/ 2014